Diyarname
Documendarist ji bo 1’ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi sernavê “Fîlmên ji bo aştiyê hatine pêşkêş kirin” belgefîlman nîşan dide û bi vî awayî keda xwe dixe nav aştiyê.
Roja Belgefîlman a Stenbolê bi navê Documentarist çalakiya ji bo aştiyê bi hevkariya Serbalyozxaneya Hollandayê ya Stenbolê di navbera 1 û 3’yê rezberê de li dar dixe. Li gor çalakiyê di saet 18.00 û 19.30 de li belgefîlm dê li dêra Union Churc a girêdayî Salbozxaneya Hollandayê bê pere bêne nîşandayîn.
Di daxuyaniya ku hatiye pêşkêşkirine de wiha hatiye gotin: “Li Tirkiyeyê ‘aştî’ dibe ku yekem car ew qas bi xurtî tê nîqaşkirin. Di bin siya reş a şer de em hemû bi hev re hîn dibin ku li ser ‘aştî’yê biaxivin.
“Fîlmên ji bo aştiyê hatine pêşkêş kirin” mînakên ji dinyayê pêşkêş dikin.
Di çalakiyê de ev fîlmên dê bêne pêşkêş kirin:
- Burma VJ-Reporting From A Closed Country- Burma VJ: Ji welatek dorgirtî nûçe, Anders Ostergaard, 2008, 85’, Danimarka
- Dilê Jenînê - Heart of Jenin
Marcus Vetter, Leon Geller, 2008, 89’, Almanya
- Xewna Groznî
Fulvio Mariani û Mario Casella, 2008, 95’, Swîsre
- Welatê winda - His Lost Land
Koert Davidse, 2008, 53’, Hollanda
- Ez dikenim, ji bo bibînim - To See, If I’m Smiling
Tamar Yalom, 2007, 59’, Îsraîl
- Vegera mal - Finding Home
Christopher Daley, 2006, 25’, Belçîka
- Bad Blue Boys
Branko Schmidt, 2007, 28’, Hirvatistan
Navnîşan: İstiklal Cad. Postacilar Yokuşu, Beyoglu / Stenbol
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


