Diyarname
Koma Kardeş Turkuler ji bo Serokê baroya Amedê Tahir Elçî yê ku 5 sal berê hat qetilkirin stranek bi navê "Hewar" amade kir û belav kir.
Elçî 28'ê sermaweza 2015'an de li ber Lingên Minareya Çar Ling a li Balikçilarbaşiya Amedê hat kuştin. Koma Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Elçî stranek amade kir. Gotinên stranê aîdê jina Elçî Turkan Elçî ne. Stran bi gotina "Ji bo Tahir Elçî" hat pêşkêş kirin. Dîmenên ku ji bo stranê hatine bikaranîn jî aîdê Umît Kivanç in.
Ev in gotinên stranê:
HEWAR
Baran barî mij û ewre sînga te
Hewar e
Çavên girtî bin berfê de bê wate
Hewar e
Binya malan xil û xalî civat e
Hewar e
Berf bariya serê çiya siba te
Fermo ew stran: