Diyarname
Li Meclisa Spanyayê pirsiyarnameyek derbarê hikumeta rastgir de hat dayîn, ku sedem jî karên ne li rê bû. Di dengdanê de surprîzek çêbû: Hikumet ji hikumetiyê ket. Dûre di parlemenê de deng dan çêbû û hikumetek din çêbû: Serokê Partiya Karkeran a Sosyalîst Sanchez ku li muxelefete bû bû serokwezîr.
Li Spanyayê Partiya Gel (PP) ku partiyek rastgir e li ser kar bû; hikumet di destê wê de bû. Li hemberî wê ji ber karên ne li rê pirsiyarname hat dayîn. Pirsiyarname ji aliyê PSOE (Partiya Karkeran a Sosyalîsta Spanyayê) hat dayîn. 180 deng erê derketin, 169 na, yek jî bêalî ma. Ji bo têkçûna hikumetê pêdivî bi 176 dengan hebû û bi 180 dengan hikumet ji hikumetî ket.
Piştî vê di bin rêberiya Serokê PSOE'yê Pedro Sanchez de hikumetek nû hat sazikrin. Sanchez ê 46 salî dê roja 4'ê pûşperê li hizûra Qralê 6'emîn ê Spanyayê Felipe de sond bixwîne û dest bi peywirê bike.
Serokê PP'ê Rajoy (63 salî) ji sala 2011'an ve Serokwezîrê Spanyayê ye. Rajoy piştî encamên Sanchez pîroz kir. Endamên berê yê partiya Rajoy jî di nav de hinan hefteya çûyî ceza xwadibû. Ew kes ji ber ji karsazan rişwet girtibûn hatibûn cezakirin.