Diyarname
Platforma Demokrasiyê ya Amedê cezaya ku dadgehê li 53 şaredarên DTP'ê birî şermezar kir.
Platforma Demokrasiyê ya Amedê ji 32 sazî û sazgehan pêk tê. Berpirsên platformê îro li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin cem hev, daxuyaniyeke pêşkêş kirin û cezaya ku dadgehê ji ber Roj TV li şaredarên DTP'ê birî şermezar kirin.
Berpirsê demê yê platformê Ali Oncu da zanîn ku ji her demê zêdetir mekanîzmaya ceza û çewsandinê tê bikaranîn û cezadayîna şaredariyan lînceke siyasî ye.