Amed
Meclisa Aştiyê ya Amedê, li dijî operasyonan dê 1'ê Rezberê Roja Aştiya Cîhanê 'Nobeda Aştiyê' bigirin. Ji Sekreteryaya Meclisa Aştiyê ya Amedê Şeyhmus Onal diyar kir ku dengê ku 1'ê Rezberê dê derkeve divê Tirkiyeyê bihejîne.
Meclisa Aştiyê ya Amedê, operasyonên ku li hemberî biryara bêçalakiyê didome helwest nîşanda û dê 1'ê Rezberê de li Parka Koşuyoluya Amedê 'Nobeda Aştiyê' bigire.
Li gor gotina Onal, dê Nobeda Aştiyê dê rojek bidome û parlamenterên BDP'ê, nivîskar, rewşenbir û rojnameger tevlî Nobeda Aştiyê bibin.
Onal, diyar kir ku dê 1'ê Rezberê kurd dengê xwe bilind bikin, Tirkiyeyê bihejînin û wiha got: "Pêdiviya gelan bi aştiyê heye. Dê gel 1'ê Rezberê Roja Aştiyê bi hêz pêşwazî bikin. Ji ber wê jî meclisa me amadekariyan dike. Armanc û peyamên me her tim dê li ser esasê aştiyê be. Ligel her tiştî emê di aştiyê de bi israr bin. Kurd êdî dizanin ku çi bixwazin û di daxwazên xwe de zelal in. Êdî şer naxwazin. Heke hêz hemû bibin yek dê wê demê aştî pêk bê. Em wekî qasidên aştiyê di nav hewldanên aştiyê de aktîftir cih bigirin û wezîfeyên xwe binin cih."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


