Diyarname
Li ser daxwaza Tirkiyeyê peyka Eutelsat dixwazin kanalên kurdan ên wekî Stêrk TV, Ronahî TV û News Channel bigire. Tê gotin ku Eutelsat di nav sê salên pêşiya me de sê peykan dê ji bo Tirkiyeyê amade bike û Tirkiye dixwazin ew rê li ber kanalên kurdan bigiren.
Li hemberî vê yekê li gelek cihan kurdan nerazîbûnan nîşan didin. Ji Danîmarka heta Belçîkayê gelek kurdên Ewropayê jî deng bilind kirin. Li Danîmarkayê nûnerên Rêxistina Efûyê, PEN û Yekîtiya Çapemeniya Azad jî nerazîbûn nîşan dan.
YRD: Xwedî li TV'yên kurdan derkevin
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), li ser zext, zordarî û êrîşên li ser kanalên televîzyonên kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat hat gotin ku Tirkiye ku gelek rojnameger girtine, niha jî dest dirêjî Ewropayê dike û dixwaze televîzyonên çapemeniya azad bêne girtin.
YRD'ê bang li Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî hikumeta Fransayê kir ku bêyî dereng bikeve, biryara Eutelsatê ya ji bo sekinandina weşanên televîzyonên News Channel, Ronahî û Stêrk TV bide rawestandin.
YRD'ê bang li gelê kurd û dostên gelê kurd jî kir, ku li dijî van kiryarên neheq û bêhiqûqî dengê xwe bilind bikin û şîrketa Eutelsatê şermezar bikin.
Mijara TV'yên kurd li Parlemena Flaman bû
Li Parlementoya Flaman a Belçîkayê ji bo 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê danişîneke taybet hate lidarxistin û li ser televîzyonên kurdan axaftin çêbûn.
Li ser meseleyê parlamenterê Partiya Hevgirtina Nû ya Flaman, N-VA, Marc Hendrîckx axivî û got:
“Ev azadiya çapemeniyê a pîroz li Tirkiyeyê ne di meriyetê de ye. Ne tenê ev, niha jî Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê RTUK, ji Eûtelsatê dixwaze ku yekser weşanên televîzyonên Kurdî bigire yên ku ji Ewropayê weşanê dikin. Zagonên dewleta Tirk ji xwe re dikin hincet, peymana Ewrûpayê bin pê dikin û dixwazin van tiştan bikin.”
Eutelsat li Berlînê hat protestokirin
Li Berlînê jî çaakiya protestoyî li dar ket. Çalakiya protestoyê ku ji aliyê NAV-DEM Berlîn, Meclîsa Jinan a DEST-DAN û PYD Berlînê ve hate organîzekirin, pankartên ku li ser 'Televziyoan Ronahî dengê şoreşa Rojavaye û destê xwe jê dûr bike' û 'Çapemeniya azad a kurd nayê bêdengkirin' nivîsî bû bilind kirin.
Rojnameger Nîck Braûnsê ku ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bûyî wiha got; "Li Tirkiyeyê bi salan e çapemeniya kurd dibin zextên terora dewletê de ye. Xebatkarên çapemeniya azad li başûrê Kurdsitanê tên qetilkirin. Herî dawî di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava de 3'ê xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin. Lê belê di destpêkê de çapemeniya alman û ya hemû cîhanê lîstika 3'ê meymûnan dilîzin. Neheqiya Eûtelsatê û bi tevayî pêkanînên neheqî yên li ser çapeniya kurdî protesto dikin. Em heta dawî bi hevpîşeyên xwe yên kurd re ne."
Li Danîmarkayê helwesta xwedîderketinê
Li Danîmarkayê jî di roja Azadiya Çapemeniyê de rêxistin hatin ba hev. Li gor nûçeya Yenîozgurpolîtîkayê nûnerên Rêxistina Efûyê, PEN û Yekîtiya Çapemeniya Azad û nivîskarên kurd çalakiyek li dar xistin. Nûnerên rêxistinan gotin ku ev yek nayê qebûlkirin û ew ligel televîzyonên kurdan in.
Çalakî li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Kopenhanga Danîmarkayê li dar ket. Saziyan bi diruşma "Ji bo çapameniya li Tirkiyeyê azadî" çalakî li dar xistin û 50 hezar îmzeyên di vê çarçoveyê de berhev kiribûn dan rayedarên konsolosxaneyê. Nûnerên saziyan piştî çalakiyê bertek nîşanî daxwaza girtina kanalê kurdan dan.


