Diyarname
Xelata Man Booker a Navneteweyî li dinyayê yek ji xelatên bi prestîj e. Ji bo xelata 2019'an kurtelîsteya berendaman hat eşkere kirin.
Ji nav 108 pirtûkên ji 25 zimanan ji bo îngilîzî hatine wergerandin kurtelîste hatiye hilbijartin. Di nav kurtelîsteya berendamên Xelata Man Booker de 6 pirtûk hene.
Vane ew kurtelîste:
- ‘Celestial Bodies’ / Jokha Alharthi / Umman
- "The Years" / Annie Ernaux / Fransa
- "The Pine Islands" / Marion Poschmann / Almanya
- "Drive Your Plow Over the Bones of the Dead" / Olga Tokarczuk / Polonya
- "The Shape of the Ruins" / Juan Gabriel Vásquez / Kolombiya
- "The Remainder" / Alia Trabucco Zerán / Şîlî û Îtalya
Berhemê ku bi ser bikeve dê roja 21'yê gulana 2019'an bê eşkere kirin û 50 hezar sterlîn wekî diyarî bidin nivîskar û werger.


