Flashhilata 4'an derket
Diyarname
Kovara fanzînê "Flashhilat" bi hejmara xwe ya gulanê, hejmara 4'an derket.
Di kovarê de nivîsên li ser wêneyê hatine weþandin. Ji nivîskaran lêkolîner Rohat Alakom, bi "Koçberîya Fotografekî" qala wêneyê Þerîfe Xanima Þerîf Paþa kiriye ku wêne di 120 salan de ji Swêdê çûye Fransa, ji Fransa çûye Misirê û ji wir dîsa vegerîyaye Swêdê. Fuad Onen jî li wêneyekî xwe yê ku di sala 1973'an de li Hepsa Dêrikê kiþandibû nihêriye û li ser siyaseta þekl û þemala xwe nivîsiye.
Firat Keklîk jî helbesteke Cemal Sureya a bi navê "Fotoðraf" wergerandiye kurdî û weþandiye.
Her wiha Mem Artemet, Ensarî Caymaz, Gulîzer, Berken Bereh bi nivîsên xwe; Berzê jî bi wêneyek xwe ku li Polonya kiþandiye di kovarê de cih girtiye.