Diyarname
Xelata Çand û Hunerê ya Serokomariya Tirk didin Yaşar Kemal, Turgut Cansever û Dr. Alaeddin Yavaşça.
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul li ser pêşniyara lijneya nirxandinê Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariyê ya 2008'an di warê wêjeyê de dide Yaşar Kemal, di warê mîmarî de dide Turgut Cansever û di warê muzîkê de dide Dr. Alaeddin Yavaşça.
Di lijneya nirxandinê de Dogan Hizlan, Beşir Ayvazoglu, Prof. Dr. Mustafa İsen, M. Emin Kuz, H. Gurcan Turkoglu, H. Ahmet Sever, Zeynep Damla Gurel hebûn. Li ser pêşniyazên wan serokomar biryara dayîna xelatê ya ji bo van kesan da.
Roja merasima xelatdayînê dê paşê bê diyarkirin û xelatgir dê xelatên xwe li Çankayayê bigirin.