• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

‘Karl Marks ê Ciwan’ li ser perdeya spî ye

Dîrok : 07 03 2017 | Beþ :

Serbest

ALÎ GULER

Pêþengê Sosyalîzmê, afînerê fikrekî nû: Karl Marks… Wî bi fikir û ramana xwe mora xwe li dîroka cîhanê xist. Ev mora wî ew qas bi tesîr e ku heyanî roja me ya îro jî ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaþkirin…

Derhêner Raoul Peck jî bi fîlmê xwe yê bi navê Le jeune Karl Marks (Karl Marks ê Ciwan) ketiye nav van nîqaþ û gengeþayan. Fîlm behsa jiyana Karl Marks a di navbera salên 1844 û 1848’an de dike. Fîlmê li ser jiyana Karl Maks û Friedrich Engels cara yekemîn ji aliyê Galina Serebryakova ve di sala 1965’an de li Yekîtiya Sovyetê bi nave “Jiyana selek” hat kiþandin. 52 salan bi þûn ve, ev film ji aliyê derhênerê bi eslê xwe ji Haîtiyê, Paoul Peck ve hatiye kiþandin. 

Derhêner Peck heta niha di nava wan de mijara komkujiya Ruwanda jî, jiyana gelek diktatorên afrîkî aniye ser perdeya spî. Derhênerê xwedî nasnameya çepgir û muxalif Paoul Peck, niha jî fîlmê Karl Marks ê Ciwan tîne ser perdeya spî û balê dikiþîne ser ciwaniya pêþengê Sosyalîzmê… Fîlmê ku senaryoya wî ji aliyê Pascal Bonitzer ve hatiye nivîsandin, rola Karl Marks daye August Diehl, ya Friedrich Engels jî daye Stefan Konarske. Rola jina Karl Marks, Jenny von Westphalen jî para lîstikvan Vicky Krieps ketiye.

Naverokeke berketî

Fîlm 3’yê Adarê li tevahiya Ewropayê ket vizyonê. Lê berî vê yekê galaya fîlm a cîhanê li 67’emîn Festîvala Navnetewî ya Berlînê (Berlînale) li dar ket. Min cara yekemîn li wir li fîlm temaþe kir. Mijara fîlm, reva Karl Marks a 26 salî ku ji Almanyayê sirgûn dibe û hevnasîna Friedrich Engels û xebata bi wî re ye. Di heman demê de fîlm li ser gengeþiya di nava komên cur bi cur de jî disekine û atmesfora demê jî nîþan dide. Serpêhatiya fîlm, sala 1844´an li Almanyayê li navenda rojnameyeke dest pê dike. Polîs bi ser vê rojnamê de digirin û Karl Marksê ciwan ê 26 salî direve. Piþtre ji bo Karl Marks û hevjîna wî Jenny salên sirgûn û jiyana qaçaxî ya li Parîsê dest pê dikin. Marks li vî bajarê navenda karker, muxalifan e di demeke kurt de dikeve nava nîqaþ û gengeþeyan. Lê tu carî nikare fikrê xwe bi van der û doran bide pejirandin. Marksê ciwan ji xwe nakeve nava nîqaþê kolan û qehwexaneyan. Ji bo wê, her roj û þev dixwîne û dinivîsine, fikrê xwe bi pêþ dixe.  Marks, rojek li Parîsê Friedrich Engels nas dike. Engels ê xwedî kincên xweþik û delal, kurê fabrîkatorekî ye û li ser jiyana karkerên Brîtanyayê lêkolînek kiriye. Di vî warî de xwedî fikrekî ye. Ew her du ji wê rojê bi þûn ve dibin heval û dost. Engels, dibe perçeyê kêm ê di jiyana Karl Marks de. Her du êdî bi hêztir in, dikevin nava gengeþî û nîqaþên tund ên bi komên xwedî fikrên cur bi cur. Fikra Karl Marks û hêza Friedrich Engels, îdeolojiyeke nû derdixe holê. Jiyana wan êdî di navbera Parîs, London û Brukselê de diçe û tê. Reva ji polîsan, nîqaþên di civînan de, þevên bi xwendin û nivîsanê re wekî avê diherikin.

Marks dibe pêþengê komunîzmê

Friedrich Engels di jiyana Karl Marks de dibe kêliyek ku jiyana wî diguherîne. Mirov difikire gelo Engels nebaya Karl Marks dibû Karl Marks, bê guman ev mijara nîqaþê ye. Bi rastî derhêner Raoul Peck çîrokek ew qas giranbuha bi estetîka sînemayê û kûrbûna li ser jiyana Karl Marks ev berhem baþtir kiriye. Rola her duyan baþ nîþan daye. Civîna Karl Marks a li Londonê bi hewldana Engels çêdibe ku Marks mora xwe lêxistiyê. Ji wê rojê bi þûn ve navê Karl Marks êdî wekî pêþengê Komunîzmê belav dibe. Xebatên Das Kapîtal, Manîfesto ya Komunîzmê û pêþengiya hereketa karkêren Ewropayê… Derhêner Raoul Peck, jiyana Karl Marxks û Friedrich Engels a di navbera salên 1844 û 1848’an de bi zimanekî zelal, hunerî û estetîk aniye ser pêrdeya spî.

Bi rastî jî fîlmê “Karl Marks ê Ciwan” hêjayî dîtinê ye. Nexasim jî di van roj û salên zehmetiyê de ku cîhan di nav qeyranek de nemaye ku bixeniqe. Jixwe, di galaya fîlm de Stefan Konarske, di axaftina xwe de bal kiþand ser qeyrana cîhanê û got: “ Di dema me ya îro de pêdiviya me bi Karl Marks heye.”  Bi rastî ev gotin gelek balkêþ û di cîh de ye… 

07.03.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

'Ez biþev tirkî nizanim bipeyvim!..'

'Ez biþev tirkî nizanim bipeyvim!..'

07 10 2011

Li ser TRT 6’ê: Ev çi ziman e?!

Li ser TRT 6’ê: Ev çi ziman e?!

18 02 2009

Du helbestên li ser HELEBÇE'yê

Du helbestên li ser HELEBÇE'yê

16 03 2013

Belê Zindana Diyarbekirê

Belê Zindana Diyarbekirê

23 06 2008

Mîrza Ronî: Ji bo ziman mînaka Lîtvanyayê balkêþ e

Mîrza Ronî: Ji bo ziman mînaka Lîtvanyayê balkêþ e

13 06 2021

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname