Diyarname
Îro li gelek bajarên kurdan girseyan çalakiya protestoyî pêk anî. Polîsan jî bi kurdî anons kir.
Ji bo anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê îro li gelek bajarên kurdan çalakiyên şermezarkirinê hebûn. Çalakvanan digel diruşman molotof avêtin, polîsan jî bi gaza çavsotîner û ava bi tayzîk êrîşê çalakvanan kir.
Di vê navberê de li Cizîrê polîsan bi kurdî anons kir û xwest çalakvan belav bibin. Di heman demê de polîsan bi kurdî anonsa malbatan ku kir nehêlin zarok beşdarî çalakiyan bibin û xwest malbat xwedî li zarokan derkevin.
Ev anonsta polîsan bikêr hat an na li aliyekê, hate dîtin ku ger bê xwestin peywirdarên dewletê jî, saziyên dewletê jî dikarin bi kurdî xebatê bikin.


