Diyarname
Kazakistan bi pergala "Serokdewletî" tê bi rê ve birin û Serokdewletê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev e. Nazarbayev ku 26 sal in li ser kar e biryar da ku dest ji hin rayeyan berde.
Di 1'ê berfanbara 1991'ê de Nazarbayev bi sedî 98.7 ji bo Serokdewletiya Kazakistanê hat hilbijartin. Ew her bi dengên zêde hat hilbijartin ku di di hilbijartina dawî ku roja 26'ê avrêla 2015'an de li dar ket Nazarbayevî sedî 97.5 deng girtin. Ev Nazanbayevê 26 sal in li ser kar e di weşaneke zindî ya televîzyonê de got, "Ji bowelatek bi îstîkrar û rêveberiya dewletek model" ew dê hin rayeyên xwe dewr bike.
Nazarbayev got ku divê rola parlemenê û hêza wê ya birêvebirina aboriya welat zêde bibe, partiya ku di hilbijartinê de bi ser bikeve dê hikumetê ava bike. Nazarbayev ji bo rola serokdewlet jî wisa got: "Serokê dewletê divê li ser mijarên ewlehiya neteweyî, polîtîkaya derve û mijarên stratejîk de rol bigire ser milên xwe."