Sîdar Jîr
Belkî gotina dawîn be lê divê di serî de bê gotin ku wêje ji parzûnka ‘wijdên’ dadiwerive. Wijdan hebûna xwe li gorî bîr baweriya nivîskaran û têkiliya wan bi civakê re pêk tîne. Armanca nivîsê û wergirtina civakê di hestên nivîskar de pêrgî hev tên. Ji ber ku wêje rasterast bi tundiyê re qayişê nakêşe, lêbelê tesîra wê ya li ser civakê bi awayekî estetîk û bi têkiliya xwe ya bi wijdên re vedibêje.
Kana ewle ya wêjeyê wijdanê mirov bi xwe ye. Ji aliyekî ve jî banga rûbirûkirina civakê ye. Lewma jî wêje ji wijdanê binpêkirî berê xwe dide veguherandina ‘wijdanê giştî.’ Di vir de têkiliya wêjeyê di exlaq de derdikeve.
Lê di vir de dema ku metirsiya vegotina estetîk hebe, ezmûna herî xedar a li pêş nivîskar ew e ku mêzîna kesayetiya xwe di wijdan de diyar bike.
Ji bo her nivîskarî rêz û rengê meseleyên wijdanî tên guhertin. Lê pênûs li pey bersivên “Çi? Çawa? Ji bo kê?” ye. Ev jî xwe bi peywira berpirsiyariya wijdanê nivîskêr ve girê dide. Di nava civakeke ku nivîskar li pey bersivan be, ji bo wijdanê xwe, ‘ez’a xwe di ‘em’a civakî de vedişêre yan jî feda dike. Kêlîka ku di civakan de pirsên bi vî rengî yên ‘navxweyî’ kêm dibin, gerdûnîbûna wêjeyê û ya wijdanê nivîskar rengê xwe bêhtir dide der. Wê demê ger nivîskar ‘xwedî wijdan’ekî bi mêzîn be, neçar e banga azadiyê ji bo raman û xeyalên “ên din” jî bike. Mirov dikare di mijara ‘wijdanê wêjeyê’ de berhemên Dostoyevskî, J. P. Sartre, Cegerxwîn û gelekên mîna wan binirxîne. Wekî çavkaniyeke ji lîtertura kurdî mirov dikare ji bo vê mijarê berhema Omer Muxtar Caf a bi navê “Meseleya Wijdanê” jî li ber çêv bigire.
Wijdan mêzîna berhema nivîskar e. Ger ew mêzîn xera bibe, wezna poetîkaya nivîskar têk diçe. Ev têkçûn jî dike ku çêja xwendina berhemê bêhtir hişk û tahmsarkî bibe…
Bikaranîna wê mêzînê jî qabîliyetekê divê, qabîliyeteke ku bikaribe êş, dilxweşî, fedî, tirs û hêrsa ‘yên din’ hîs bike. Huner di vegotina vê hîskirinê de ye. Ya ku dikare civakê vebêje û veguhere ew huner bi xwe ye.
Nivîskarek dikare rûyê xwe ji berpirsiyariya xwe ya wijdanî bade û bibêje ez ê tenê ‘ya xwe’ binivîsim; dibe ku mumkin be, lê ew ê bêwijdan be. Bandora mijarên civakî ya li ser jiyan û xwezayê wê çawa bihêle ku nivîskar bi wê “bêwijdaniy xwe” tevbigere?
Wêjekarên bi wijdan, xwe û civaka xwe jî nas dikin. Wijdan, estetîka vegotina xwe li ser vê nasnameyê ava dike. Ew nivîskarê ku hesabê ‘wijdanê wêjeya’ xwe neke, dilê xwendevan lê venabe.
Di ragihandina wêjeya kurdî de, sedemeke tênegihîştinê jî ew e, ku hesabên şexsî ji ‘wijdanê pênûsê’ girantir e. Ev yek jî bandoreke neyînî li têkiliya wêje û xwendevên dike.
Ji ber vê yekê jî bi estetîk, avakirina nasnameyeke nû, xwedîderketina li kodên civakê, dikare piştgiriyê jî bide jiyaneke/cîhaneke xweştir û bêhtir azad a civaka xwe û civaka “yên din.”
Divê neyê jibîrkirin ku parastina wijdên ji ya bîrdozî, ol û baweriyan gelekî dijwartir e. Ji ber ku wijdan estetîzekirina şer, êş an jî xweşiyê ye.
Ger wêjeya kurdî, di têkiliya xwe ya bi wijdên re çi di dawa wê de be daneweşîne ew ê li xisarê be.
Azadiya Welat


