Cîhan HESEN*
Ji bo Ezîz Nêmatî û Helîm Yûsiv
Dema we xweş be nivîskarên hêja
Hêja Ezîz Nêmatî min nameya ku te ji rêzdar Helîm re nivîs bû di Diyarnamê de xwend, xuya ye te bi dilekî tenik û rihê xwe yê hîsdar nivîsî ye, mîna her kurdekî dirust û welatperwer bi êşa bira û xwişkên xwe re giriya ye.
Çarenûsa me kurdan ev e, em bi ku ve jî biçin lekeya vê çarenûsê li eniya me ye, lê bi saya van şehîdan rojek were dê bê guhertin û wê tu sînor me ji hev neqetîne.
Ez pir kêfxweş bûm ku bi saya romana Helîm Yûsiv “Firîna bi baskên şikestî”, xewna min a bi salan e, ne birastî be jî lê bi rihî ez li Rojhilat bûm û te jî birêz Nematî êşa min û ya bajarê min bi me re parve kir.
Ev xewna hatina min a Rojhilat jî pêk hat, lê dîsa hêvî dikim ku rojekê werim ew bêhna wê ya ku bi salan e di henaseyên xwe hîs dikim di hembêza Xorasanê, Kimanşahê, Ûrmiyê … de pêk bînim.
Ezîzê Ezîz, mîna ku hûn li wî parçeyê welat bi êşa me re digirîn, em jî li vî parçeyê welat bi êşa we re digirîn.
Sînoran em dûrî hev xistine, lê giyanî em bi hev re ne.
Ez bi qurbana wan hêsrên ku bi me re barê vê êşa giran rakirine, ez jî ji te û ji mamoste Helîm re dibêjim nizanim li ber rihê we yê pak û hestiyar çi bibêjim?
Ya rast mamoste Helîm divê min jî nivîsek ji te re û yek jî li ser romana te ya (Firîna bi baskên şikestî) re binivîsanda, piştî ku min romana êşa xwe xwend.
Lê mîna kekê Ezîz, piştî ku roman gihîşte min hefteyeke li ser maseyê li ber çavên min ma, ne ku karê min hebû, ne jî ku mîna kekê Ezîz di rewşeke nexweşîyê de bûm, na ez bi hemî bedena xwe ya xurt bûm.
Lê ez ditirisyam, bawer bike mamoste Helîm, ez ditirsiyam ku rahêjim pirtûkê. Ez ji êşa xwe ditirsiyam. Baweriya min bi pênûsa te heye û min hemî berhemên te xwendine, min baş dizanî bû te bi çi xurtbûnê ev êş ravekiriye, lê baweriya min bi min tune bû ku dê roman û bûyerên romanê çi bînin serê min. Min baş dizanbû ku dema te nivîsand tu bi vê êşê re çawa dijiyayî û wisa jî li pênûsê bar kir.
Piştî hefteyekê ji gihîştina pirtûkê, min “anê” dayîka xwe di xew de dît, sibehê zû ez ji xew rabûm û dilê min pir teng bûbû, pir bi hewce bûm ku bêhna axa gora wê bêhn bikira. Eger ku ez li welat bûma, li Kobanî bûma, ez ê yekser wê sibehê biçûma ser gora wê. Ez dûrî gora wê me tu dizanî, ez li Ewropayê me, lewma wê sibehê ber bi pirtûka te ve çûm. Cara yekê min rakir li şûna bihna “anê” min pirtûk bêhn kir û dest bi xwendinê kir.
Min bi hestên te re serdana gora “anê” kir.
Di rûpelên destpêkê de, piştî ku min navê Rodî bihîst, bêyî hemdî xwe ez giriyam, hêsran rê neda min ku ez peyvên te yên nivîsandî bibînim. Bawer bike, heta dawiya romanê girî di çavên min de bûn. Hinekî min xwendina romanê dirêj kir, belkî hefteyekê min dixwend, ji ber ku girî rê nedida ku ez temam bikim. Nefesa min pir teng dibû û ew roj bi hemû hûrgiliyên xwe ve dihatin bîra min. Min her dem pirtûk dida alî û ez vedigeriyam wan rojên bi êş û şahî. Hinekî rojên xweş bûn ku em hemî di bin baskên “anê û Kekê” de bûn, pişt re bûn rojên herî xerab bêyî wan. Ew hefteya ku min roman dixwend her şev ez bi wan dihizirîm û radiketim û her şev mêvanên xewna min bûn. Hefteyekê bi wan hemûyan re jiyam, Kekê, Anê, Viyan Amara, Viyan Rustem, Gulê, Ehmed û Rihan, Rodî û Perwîn û Kobanî.
Hefteyekê mala min li vê xurbetê bi bîranîn û pêjna lehengê romana te şîn bû.
Malabata min, bi xêra te, hemî hatin serdana min.
Dîsa dibêjim, divê min ev name ji mêj ve binîvisanda, lê bawer bike min nedikarî, min nedikarî gotinek jî ji bo te û ji bo ev hestên te rave bikira.
Ji ber ku te hemî hûrgiliyên wan êşan û bûyerên wê demê bi hestine pir zelal û rast nivîsandiye, mafê êşê di cih de de ye û ravekiriye.
Ji bo wê bandora romanê heta piştî hefteyekê jî li min hebû û tu gotin ji min dernediketin.
Ji aliyekî ve xemgîn bûm ku mêvanên min çûn. Lê ji aliyê din ve heta niha roman li pêş çavên min e. Piştî bûyerên ku bi min re çêbibûn, min rê nedida bîra xwe ku yekî ji malbata min ya şehîd û wan bûyerên bi êş bîne bîra min. Ez dîn dibûm û nedikarî bi wan de bifikiriyama û diketim rewşeke xerab, ji bo min pir zehmet bû.
Lê niha ne wisa me, her bi min re ne, ku bêriya wan dikim navê wan di romana te de dixwînim.
Ku bi derengî jî be spas ji bo te û pênûsa te ya dibe sedem ku hemî bûyer, êş û komkujiyên di ser me kurdan de tê kirin ji bîr nebin û her di bîra her kurdî de, wisa jî di dîroka kurdî de, sax bimînin . Spas ji bo dilsoziya te ku wisa êşên me vedijînî û ji raya giştî re bi hûnera xwe ya wêjeyî vedibêjî.
Bibore ku ez niha jî digirîm.
Silav û rêzdarî
07.12.2020
***
*Têbiniya Diyarnameyê: Piştî ku Ezîz Nêmatî li ser romana Helîm Yûsiv nivîsî Cîhan Hesen ev yek nivîsiye. Balkêşiya meseleyê ew e ku Cîhan Hesen yek ji karakterên romanê ye, vebêjera romanê ye û hestên xwe piştî xwendina romanê anîne ziman. Her wiha em vê jî bêjin Cîhan Hesen helbestvanek e û pirTûkeke wê ya helbestan bi navê "Di navbera şev û berbangê de" ji Weşanên HRRK'ê derketiye.
**
Nivîsa Ezîz Nêmetî:
- Nizanim çi bibêjim?