Diyarname
1'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Kuçeya Hunerê ya li Amedê bi konserê dest pê kir. Li Kuçeya Hunerê pankarta "Ji tilyak û fihûşê re na" hat daliqandin.
Festîval ji aliyê Komeleya Kuçeya Hunerê ya Ofîsê hat organîzekirin. Festîvala ku bi diruşma "Em li çand, huner û kuçeya xwe xwedî derdikevin" hatiye organîzekirin di navbera 5-8'ê mehê de li dar dikeve.
Vê êvarê li Amedê, li Kuçeya Hunerê (Sanat Sokagi) konsera festîvalê hebû. Di festîvalê de Koroya Îkîncî Bahar derket ser dikê û stran pêşkêş kirin. Paşê Serokê Komeleya Kuçeya Hunerê ya Ofîsê Umîd Umdu axivî û got ku ew dixwazin Kuçeya Hunerê bi çand û wêjeyê bê bibîranîn û sipasiya her kesê piştgirî daye festîvalê kir.
Piştî axaftinê hunermend Hîvron derket ser dikê stranên xwe pêşkêş kirin.
Di çarçoveya festîvalê de lîstikên şanoyê û dang dê bêne lîstin, govend bê gerandin, pêşbazî bê li dar xistin û dê gotûbêj çêbibin. Her wiha dê pêşangeha wêneyan jî bê sazkirin. Di çarçoveya festîvalê de her êvarê konser jî têne organîzekirin. Hîvron, Raperîn, Kasim Taşdogan, Sasa Serap dê bi stranên xwe derkevin pêşberî muzîkhezan.