Serokê Koma Meclisê yê DTP'ê Ahmet Turk çend roj berê gotibû, "Gelê me dê di Newrozê de eşkere bikin ku ew çi dixwazin."
Û îro li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.
Serê sibê gel ber bi qada Newrozê ve herikî. Û tişteke nû, balkêş: Serokê Koma Meclisa DTP'ê Ahmet Turk, mebûsê berê Selim Sadak, mebûsa Parlemena Ewropayê Feleznaz Uca û Şaredarên Amedê bi kincên xwe yên neteweyî derketin pêşberî gel, di qadê de cihê xwe girtin. Bi vê yekê nasnameya ku Ahmet Turk qal kiribû û tiştên ku gotibû dê bêne eşkerekirin diyar bû.
Foto: DÎHA



