Diyarname
Kurd-Der di roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî de paneleke li dar dixe.
21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di vê rojê de Kurd-Dera Enqereyê bi navê "Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Zimanê Zikmakî" paneleke lidar dixe.
Gordînatorê Giştî yê Komeleya Federasyona Kafkasê Cumhur Bal, nivîskar û perwerdekar Adar Jiyan, nivîskar û rojnameger Pakrat Estukyan û zimanzanê suryanî Zeki Aydin wekî axifger dê beşdarî panelê bibin.
Panel dê saet 13,30'yan de li Salona Odeya Muhendîsê Avahîsazan a li Enqereyê li dar bikeve.
**
Têbiniya Diyarnameyê: Di nûçeyê de me navê "Kurd-Der"ê wekî "Kurdî-Der" nivîsandibû. Xwendevanekî me em hişyar kirin. Em ji rêveberên Kurd-Derê û xwendevanên xwe lêborînê dixwazin û vê şaşiya xwe sererast dikin.
Wekî notek em bibêjin: Kurd-Der (li Enqereyê) jî, Kurdî-Der (Li Amed û bajarên din ên Kurdan) jî xebatên xwe yên li ser ziman didomînin.