PARÎS
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye, di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de 39 welatên ‘Dijmin ên Azadiya Çapemeniyê’ eşkere kir.
Li ser Roja Azadiya Çapemeniyê RSF'ê raporek weşand û got ku piraniya êrîşên ku rojnamegeran ji xwe re dikin hedef bêceza dimînin. RSF’ê got ku ji sala 1995’an heta niha, di sala 2012’yan de bîlançoya herî giran pêk hatiye û ragihand ku sala borî 88 rojnameger û 47 rojnamegerên li qada înternetê karê xwe dikir hatine kuştin.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber ku sûcdar nayên cezakirin, binpêkirina mafan û pêkanîna sûc zêde dibe û cesaretê dide.
Vane ji raporê çend not:
- ETA (di 2011’an de çek danî), Serokomarê Myanmar Thein Sein, wezîrê ji nûçeyan berpirsyar yê Somaliyê yê berê Ebdulqadir Huseyin Muhemed û hêzên ewlehiyê yên Otorîteya Fillistîn û Hamasê ji lîsteyê derxistin.
- Ji 5 navên nû ku ketin nav lîsteya reş Birayên Misilman jî hene. Her wiha ji bilî wan Serokdewletê Çînê Xî Jînpîng, koma li Sûriyeyê Eniya El Nusra, komên çekdar yên Pakîstanê Belluc û oldarên Maldîvan jî ketin nav lîsteya reş.
- Raporê Tirkiye wekî "ji bo rojnamegeran girtîgeha herî mezin a dinyayê ye."
- Raporê wekî welatên azad ên ji bo rojnamegeran Finlandiya, Hollanda û Norveç wekî her sêy ên di rêzên pêşîn de eşkere kir.
- Di rêza herî dawî de Eritre (Rêza 179'an) piştî wê Koreya Bakur (Di rêza 178'an de) û Tirkmenistan heye (Ku di rêza 177'an de ye.