logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Konvensiyona NY´yê ya li ser Mafên Zarokan

  • Dîrok: 01/12/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Di Konvensiyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Mafê Zarokan de mafên zarokan tên rêzkirin ku sala 1989’an li Civata Giştî ya NY’yê hat qebûlkirin û pirraniya welatên dinyayê jî ev lihevkirin mohr kiriye. Di nava van welatan de Almanya, Fransa, Îngilistan û welatên Skandînavyayê jî hene ku civakeke mezin a kurdan li derveyî welêt li wan dimîne. Hin welatên wekî Almanyayê jî bi qanûnên xwe yên welêt jî (qanûna mezinkirina zarokan a bê şîdet a sala 2000’î) xal û qaîdeyên vê konvensiyonê li welatê xwe ferz û bi cih kirin.

Helbet mafên zarokan li hemû welatan û ji bo hemû zarokan girîng in, lê belê ji bo zarokên ku mezinên wan jî rastî cudakeriyê tên, girîngtir in. Qedexeya bi temamî ya şîdeta li dijî zarokan, çi li dijî bedena wan û çi jî li dijî rihê wan, timî ne karekî nav malê yan jî  mamosteyan û wan kesan e ku karên miqatebûna li zarokan dikin. Gelek caran jî yekser eleqeya xwe bi siyasetê, siyaseta dewletan re jî heye.

Binihêrin, dema mirov behsa şîdetê dike, gelek caran tenê lêdan tê bîra mirovan, nexasim jî dema mijar zarok bin. Ji ber wê yekê jî di metna konvensiyonê de bi israr û eşkere behsa “her awayê” şîdetê û şîdeta “li dijî bedenê” û “li dijî rih” tê kirin. Dema mirov wisa li meseleyê binihêre û li mafên zarokan jî binihêre zû têdigihîje ku di nava mafên zarokan de “mafên çandê” û di nava wê de jî “mafê ziman” jî hene. Êdî li zarokekî bifikirin ku bi qedrê zimanê navmala xwe li derve nikaribe zanibe!

Nikare zanibe, lewma fêr dibe ku qedrê zimanekî bi bikaranîna wî ya li meqamên fermî, li meydana gelemperî, li dibistanan û di gelek warên mayî de tê zanîn. Heger zimanek ji bilî van, êdî were nivîsîn jî, çi di pirtûkan de çi di rojname û kovaran de, ev qedrê wî zêdetir dike û heger ji xwe bibe zimanê medyaya dîtbarî û radyoyan jî êdî zimanekî jê biqîmettir nîn e. Di rastiyê de ziman hemû bi qîmet in ji ber ku hem dikin mirov xwe îfade bikin û hem jî dikin ku mirov di mirovên din bigihijîn. Bi heman rengî têkiliyeke wan a xurt bi nasnameya çandî, etnîk û neteweyî jî heye. Lê siyasetên dewletan, bi siyasetên ziman ên taybet têgihîştinên guhertî diafirînin ku hin zimanan ji yên din çêtir û bi qedirtir nîşan didin.

Di nava vê siyasetê de hin tedbîr û kirinên nerm, ên wekî derfetên bêhtir ji bo zimanê(n) fermî yên dewletê, teşwîqên eşkere yên ji bo bikaranîna van zimanan di perwerde, kar û medyayê de hene, lê qedexekirina zimanan, fêrnekirina wan, cudakeriya li dijî bikaranîna wan zimana ku ne zimanê(n) fermî yên dewletê jî wekî tedbîrên hişk tên bikaranîn. Bifikirin, hûn wekî zarokeke kurd diçin dibistaneke li Tirkiyeyê! Tişta tê serê we şîdeteke pirr dijwar a rê vedike li ber trawmayeke giran e. Zimanê we ku beşek ji kesayetiya we û rengê xwe îfadekirina we ye tê bêqîmetkirin û pê re jî kesayeta we. Ha ev şîdet jî bi Konvensiyona NY’yê ya li ser Mafên Zarokan tê qedexekirin.

Mafê hemû zarok û ciwanan li gorî konvensiyonê heye ku jiyana wan a çandî, baweriya wan a dînî û zimanê wan hebe, ev mafê wan heye, ew ji hindikahiyekê jî bin. Ji bo kurdên li welatên Ewropayê jî ev yek dikare bibe bingehek ji bo argumanên destekkirina dersên zimanê kurdî li dibistanan. Lewma di xala 30’emîn a peymanê de eşkere tê gotin ku dewletên konvensiyon mohrkirî mukelif in bi wê yekê ku derfetan biafirînin ji bo mîsogerkirina mafê ziman ên zarokên ku zimanekî din dipeyivin. Zarokên dinyayê hemû divê zanibin ku zimanên wan, nasnameya wan û pê re jî kesayeta wan girîng û biqîmet e, ji bo vê jî dê û bav divê bixebitin. Li vir li Almanyayê, li Franseyê, li welatên din ên Ewropayê jî ev erka dê û bavan heye û ev erka dê û bavên kurd jî heye; erê mîsogerkirina mafên zarokan erk û wezîfe ye ji bo dê û bavan.

guldive@yahoo.fr

01.12.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Saet: 20.00, Rewşa bajarên kurdan

ad

Li Kobanê dîmenên Rêya Kadiz

ad

Tîroj li ser 'Şer û muzakereyê' disekine

ad

Wezaret dixwaze pêşî li Twittên Demîrtaşî bigire

ad

300 hezar pirtûk têne firotin

ad

Ji bo yên rojnameger Guldem tehdîd kirine bêne darizandin serî li dozgerî dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname