logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Kemal Kerkûkî: Di şerê dijî DAIŞ'ê de gerîla rolekî giring lîst

Kemal Kerkûkî diyar kir ku di şerê dijî DAIŞ’ê de rolekî giring ê gerîla li rex pêşmergeyan hebû. Kerkûkî bal kişande se

  • Dîrok: 15/12/2014
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: ELEND KERKÛKÎ / KERKÛK

Kemal Kerkûkî diyar kir ku di şerê dijî DAIŞ’ê de rolekî giring ê gerîla li rex pêşmergeyan hebû. Kerkûkî bal kişande ser pêkhatina Kongreya Neteweyî, got: “Gelê Kurd êdî ji ti hêz û aliyekî qebûl nake li hemberî pêkhatina Kongreya Neteweyî bibe asteng.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî ku der barê rewşa dawî û pêşketinên li Kerkûk û Celawla de ji Rojnews re axivî, got: “Li Kerkûkê û Celawla hêzên pêşmerge û gerîlayên HPG’ê rolekî mezin di rizgarkirina herêmê ji DAIŞ’ê lîstin.” Kerûkî got ku asta îro gelê Kurd gihayê êdî ji ti hêz û alî qebûl nake li hemberî pêkhatina Kongreya Neteweyî bibe asteng.

Kerkûkî bal kişande ser rewşa Şengalê û penaberên li Herêma Kurdistanê, wiha got: “Şengal dilê me ye. Me şengal ji bîr nekiriye û ji bo rizgarkirina Şengalê Kak Mesud Barzanî bi xwe li ser radiweste. Her wiha mijara penaberan jî divê bi şêweyekî fermî bê dest girin ji aliyê Iraqê ve.”

Kerkûkî got ku divê Kerkûk bi fermî girêdayî axa Kurdistanê bê kirin û nabe ku Kerkûk ji axa Kurdistanê bê cudakirin.

Hevpeyvîna Dr. Kemal Kerkûkî ya bi Rojnews re wiha ye:

“Piştî pêşketinên vê dawiyê yên Kerkûk û Celawla, niha li herêmê rewş çewane?

Piştî artêşa Iraqê rûxa di demekî pir kurt de quwetekî mezin a çek û cebilxaneyan ket destê DAIŞ’ê de. Bi hezaran dolaran çek û teqemenî dinava çend rojan de ket destê DAIŞ’ê. Hêzên pêşmergeyan li sînorên vê herêmê şerekî lehengî kirin. Li herêmê hêzên pêşmergeyan li gel hêzên hevbeş ên koalîsyonê derbeyên giran li çeteyan dan. Her wiha hemû hêzên ku tevlî şerê rizgarkirina Celawla û Saîdiyê bûn jî, em destxweşiya wan dikin. Pêwîste em hemû demê amade bin. Ji ber DAIŞ’ê piştgiriyekî terorên navdewletî heye. Pêwîste ji bo kontrolkirina penaberan kamp jêre bên çêkirin. Em niha li herêma rojavayê Kerkûkê ti penaberan qebûl nakin. Her wiha têkelbûna penaberan li gel gelê herêmê destûr nadin. Divê li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ketina penaberan a nav gelê herêmê destûr neyê dayîn. Ev wê metirsiyê li ser jiyana herêmê çêbike.

Gelo pirsgirêkên penbar  û rêveberiya herêmên hatine rizgarkirin hatine çareserkirin?

Hemû demê wiha çêbûye, divê tu bi xwînê axa xwe biparêzî, bi yasa û destûrên Iraqê bicih bikî. Her çend ku yên li Bexda erka ji bo wan hatibe dayîn jî, me çend caran diyaar kiriye ku divê li gor destûra Iraqê, maddeya 141 û 121’an ku dibêje her biryarekî li Parlamentoya Kurdistanê derbikeve, xebat li ser tê kirin û divê bê qebûlkirin. Sala 2002’an li Parlamentoya Kurdistanê biryara ku divê li ser xebat bêkirin li gor yasaya hejmar 19 û navçeyên wê nabê bibin axa Kurdistanê. Me bi ti şêweyekî rêya penaberan ne girtiye. Belê divê ev navçeye weke navçeyeka te bê zanîn, ji ber leşkerên Malikî jî wek ên Seddam in. Belê bi hêza pêşmerge û gelê Kurd cardin ev naçeye hat rizgarkirin û ket destê me.

Tê gotin ku wê eşîrên Celawla vegerin ser warê xwe. Lê ew eşîrên ku der barê wan de gotinên alîkariya DAIŞ kirine hene, wê destûr ji bo wan bê dayîn bi şêweyekî asanî vegerin?

Li gor min her kesê alîkariya DAIŞ kiriye divê bê şandina dadgehê. Çênabe ku wan li hember pêşmerge û gelê Kurd şer kiribe. Ew DAIŞ bûn. Ger ew niha weke kesek bê suc bên wergirtin, wê carekî din ji bo dagirkirina axa Kurdistanê bibin metirsî. Wê der barê wan de gelê Kurdistan û dadgeh biryar bide. Em zûlm li xelkê bê suckirin qebûl nakin. Her kesê alîkariya DAIŞ nekiribe, mafê wî yê cardin jiyana asan heye. 

Gotinên Selîm Ciborî yên Kerkûk girêdayî Iraqê be, çewan dibînî?

Li gor min divê Herêma Kurdistan û gelê Kurdistanê li ser Selîm Ciborî doz vekirin û Ciborî ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Kerkûk nasnameya Kurdistanê ye. niha nîvê Iraqê di destê DAIŞ’ê de ye. yên ku niha li Baxda desthilatdarin, ti îradeya wan a li ser Iraqê nîne. Ew jî hewl didin ji bo me alozî çêkin.

Hûn rolê gerîlayên HPG’ê di şerê rizgarkirina Celawla û navçeyên derdora Kerkûkê de çewan dibînin?

Her kesekî tevlî şerê rizgarkirina beşekî axa Kurdistanê bibe, em destxweşiya wî dikin. Her wiha gerîlan jî rolekî giring û pîroz hebûn. Em dest xweşiya wan dikin. Belê em dixwazin piştî ji rizgarkirina DAIŞ’ê Kurdistan bû gelê Kurd bimîne. Niha hêzên pêşmerge çûne Kobanî, alîkariya gerîla û gelê Kurd dikin. Ez dest û çavê gelê xwe yê Kobanî ku bi lehengî dij DAIŞ’ê şer dikin maç dikim. Gerîlan di şerê Celawla, Mekteb Xalid û Mexmûrê de rolekî girîng lîstin. Ez dest xweşiya wan dikim.

Hebûna gerîla bandorekî çawa li ser rewşa herêmê heye?

Cihê kêfxweşiyê ye ku Kurd li her çar parçan alîkariya hev a azadkirina axa xwe dikin. Em jî vê weke erka xwe ya serekî dizanîn. Kak Mesud hewldanekî pir mezin ji bo rêyek alîkariyê ji bo gelê Kobanê peyda bike meşand. Niha jî ti aloziyek nabera gelê Kurd de nemaye. Her wiha partî û aliyên siyasî de jî. Em hewl didin ku gelê xwe ji vî şerî rizgar bikin.

Piştî azadkirina Celawla û gundên derdora Mexmûrê, behsê rizgarkirina Şengalê heye? Çima heya niha pilanekî aşkera ji bo rizgarkirina Şengalê nîn e?

Şengal di dilê me de ye. Bi ti şêweyekî nehatiye jibîr kirin. Her wiha giringiyekî pir mezin ji bo hatiye dayîn. Ji ber gundên derdora Şengalê yên Ereban beşekî zêde yê wan alîkarên DAIŞ’ê bûn, her ew bûn revandin û kuştina bidehan dayîk û xwişkên me yên li Şegalê. Belê dema rizgarkirinê ji bo nehatiye diyarkirin. Birêz Mesud Barzanî bi xwe rêveberiya azadkirina Şengalê dike.

Gerîlayên HPG û şervanên YBŞ’ê çend dîmenên xwe yên dawî yên şerê dij DAIŞ’ê li Şengalê belav kirin. Têde çend cenazeyên DAIŞ û cebilxaneyên ketin destê wan. Hun vêna çewan dibînin?

Nabe tenê aliyek siyasî şerê dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina herêmekê weke serkeftina xwe bi tenê bizane. Em dema dibêjin pêşmergeyên Kurdistanê, em gerîlan jî weke pêşmergeyên Kurdistanê dizanin û wiha behs dikin. Belê peywendiyên me yên baş bi hevre heye. PDK’ê peywendiyên baş li gel Qendîl, Kobanê û hemû aliyan heye. Em destxweşiya gerîlan dikin. Giringiya wan heye di şerê rizgarkirina Til Werd, gerîla li pêş pêşmergeyan bûn. Bi hezaran car destxweşiya wan dikim.

Pêkhatina Kongreya Neteweyî çi lêhat?

Pêkhatina Kongreya Neteweyî tiştekî pir pîroz e. pêkhatina Kongreya Neteweyî daxwaza hemû aliyên Kurd e. Êdî gelê Kurd ji ti partî û aliyan qebûl nake li hemberî pêkhatina Kongreya Neteweyî bibe asteng.”


ROJNEWS 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Çînê serdana muzeyan belaş e, li Tirkiyeyê bi pere ye

ad

Notên ji kongreya PYD'ê, 'Wekî Kongreya Neteweyî bû'

ad

Bi 75 centî kirî bû, dîrok jê derket!

ad

Bernameya Rojên Şanoyê ya Batmanê

ad

Lêkolîn bi dosyaya 'Kurdolojî'yê derket

ad

"Şivanê Kurmanca" careke din hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname