Diyarname
Kovara qerfî Şarlo ku bi dirujma "Hemû rûtirşên dinyayê belav bibin" derdikeje hejmara xwe ya diduyan derxist.
Şarlo kovareke qerfî û polîtîk e. Kovara ku meha borî dest bi weşana xwe kiribû vê mehê hejmara xwe ya diduyan derxist.
Diruşma kovarê "Hemû rûtirşên dinyayê belav bibin" e. Kovarê karîtura ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Serokê CHP'ê Deniz Baykalî rexne dike kiriye berga xwe.
Mijarên wekî Pompali Receb, Cinawirê Rodosê, Latuff Yuzbayî, Macerayên Yuzbaşî Selahettin, Red Kurd, La's Kapîtal, Azîzname cih digirin.


