Diyarname
17'ê vê mehê operasyona rizgarkirina Misûlê dest pê kir. Di operasyonê de hin pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. Yek ji wan jî pêşmengeyekî bi navê Hemît Pîrmîs bû. Mebûsê HDP'ê yê Culemêrgê Abdullah Zeydan ji ser hesabê xwe yê twitterê re ragihand ku ew xizm û gundiyê wî ye. Zeydan wisa nivîsî: "Gundiyê min û xizmê min pêşmerge Hemîd Pîrmîs di operasyona ji bo Misûlê ji destê DAIŞ'ê hov derxin de şehîd ket. Rehma Xwedê lêbe."