Ji 'Kurt Tarîhî' dosyaya 'Dengbêj û Vegotina Devkî'
Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" ku du mehan carek bi tirkî weþanê dike di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser dengbêjên kurda û vegotina devkî ya dîrokî amade kiriye.
Kovar bi hejmara xwe ya 26'an a mehên rezber û kewçêrê li ber destên xwendevanan e. Kovara ku her hejmarê dosyayake amade dike di vê hejmarê de bi sernavê "Dengbêj û Dîroka Vegotinî" kiriye. Edîtora vê dosyayê Wendy Hamelink e ku ew berê jî li ser dengbêjan xebitiye, li ser vê pirtûk jî amade kiriye. Wendy ji kesan li ser meseleyê nivîs xwentiye lê di heman demê de ligel wê hevpeyvînek (Metîn Yuksel hevpeyvîn kiriye) li ser meseleyê û li ser xebatên wê hatiye kirin.
Di çarçoveya dosyayê de Ozan Aksoy "Kevneþopiya vegotinkî, muzîk û koça kurdên elewî". Metin Yuksel li ser "Zargona Kurda" ya ferhenga berfireh a li ser folklora kurdan û xebata malbata Celîl girtiye dest. Li gor gotarê Enstîtuya Kurdan a Vîyanayê dest ib weþandina 'Zargona Kurdan' a ji 25 cîltan pêk hatiye kiriye.
Marlene Schafers mijara "Jinên dengbêj, neqiþandina êþê û dîroka kurdan" nivîsiye ku nivîs ji îngilîzî bi wergera Ergîn Opengîn hatiye weþandin.
Wendy di hevpeyvîna pêre hatiye kirin de dibêje klamên dengbêjan kûrahiyeke dîrokî ne. Sedat Ulugana jî bi sernavê "'Þahê Dengbêjan' Reso" û qala çîroka jiyan û klamên Reso kiriye. Di nivîsê de tê gotin ku Resoyê ku 81 sal kir, di navbera Dengbêj Evdalê Zeynikê û Dengbêj Þakiro de xelekek zêrîn a vegotina çanda kurdî ye û gora wî jî li ser rêya Çewlig-Mûþê ye
Leyla Mîhrînaz Engîn jî li ser dengbêja jin Gazin nivîsek bi sernavê "Gazin û Koç" nivîsiye.
Di dosyayê de hevpeyvînek dirêj ligel lêkolîner Ahmet Aras hatiye kirin ku bi sernavê "Temenekî li dû Evdalê Zeykinê: Ahmet Aras". Di vê de bi berfirehî li ser jiyan, xebatên Aras û dengbêjî hatiye sekinîn.
Ji bilî nivîsên dosyayê Ergîn Opengin meseleya Ji Mola Saîd Þemdînanî heta di Þerê Cîhanê yê 1'emîn de ji bo kurdan pêþniyara îtîfaqek alternatîf nivîsiye.
Di kovarê de "Nesihetê xêrxaziyê mbo 'umûmê qewmê kurd" bi kurdî û tirkî hatiye weþandin.
Her wiha Mesûd Serfirah jî mijara "Rojnameya Serbestî ya Celadet Elî Bedirxan (1918-1919)" girtiye dest.
Ji bo têkilî û xwestinê:
GSM: 0532 173 25 09
mail: kurttarihi@yahoo.com