logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Bakirhan, Barzanî, Ebdî, Talabanî û Ehmed hatin ba hev
news-details

DEM Partî cezaya Amedsporê bi paş ve vekişînin

  • Dîrok: 27/09/2025
  • Beş: Spor

Diyarname
Hevserokên DEM Partiyê bi nivîskî ji TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) xwestin ku cezaya li Amedsporê hatiye birîn, bê betalkirin.
Mesele çi bû? Ji serî de em lê binêrin:
- Îsal heta hefteya 4'an sponsorê Amedsporê tune bû. Di hefteya 5'an de kompaniya Amedê ya bi navê "TEZGEL" ji bo li aliyê pêş li ser formaya tîma Amedspor reklam bê kirin ligel klûbê li hev kir. Amedsporê di hefteya 5'an de logoya TEZGEL'ê li ser formayê da. Di bin logoya TEZGEL'ê de diruşmaya kompaniyê bi kurdî ye, "Koma me ji bo we". Ev jî li ser formayên Amedsporê hat nivîsîn.
- Amedspor hefteya 5'an di maça ligel Pendiksporê de ev forma li xwe kir. Bi vê yekê di dîroka fûtbola Tirkiyeyê de cara yekê bû tîmek li ser formaya wê nivîsên kurdî û derdikeve maçeke fermî.
- Piştî maç hat lîstin bi du sê rojan raya giştî haydar bû û nûçeya vê yekê li nav çapemerî belav bû. Di nav tora civakê de bertekên erênî û neyînî çêbûn.
- Vê hefteyê, di hefteya 6'an de Amedspor li Sakaryayê bû ku li vî bajarî nijadperest zêdetir in. Piştî maçê Lijneya Dîsîplînê ya TFF'ê ceza li Amedsporê birî. Piştî maça ligel Sakaryayê bi çend xalan de ceza li Amedsporê hatiye birîn lê xala ku niha mijara raya giştî ye meseleya nivîsa kurdîbûna li ser formayê ye. Lijneya Dîsîplînê ya TFF'ê di daxuyaniya belav kiriye de negotiye "Ji ber kurd", lê wisa gotiye, "amûrên bikar anîne dijî fermanan rêgezê ne" û bi ser vê re 110 hezar TL cezayê pereyan li klûbê biriye.

HEVSEROKA BETALKIRINA CEZAYÊ XWEST
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari cuda cuda li ser hesabên xwe yên tora civakî peyam belav kirin û daxwaza betalkirina cezayê kirin.
Bakirhan li ser bêtehamuliya li hemberî kurdî ya li Meclisa Tirkiyeyê de û ya li ser formaya Amedsporê aniye ziman û gotiye, "TFF gere ji vê biryara şermê bi paş ve gavê biavêje û bi awayekî fermî lêborînê bixwaze. Ev bêhurmetiya li hemberî zimanê zikmakî yê mîlyonan dijî rêgezên demokratîk û aştiya civakî ne. Êdi bes e. Em vê neheqiyê û zilmê qebûl nakin."
Hatimogullari jî ev ceza wekî êrîşa li hemberî zimanê zikmakî ya kurdan bi nav kir û got ku biryara TFF'ê helwesta bêtehamuliya li hemberî kurdî xwe nîşan dide. Hatimogullari jî xwestiye TFF bidyarê betal bike û lêborînê bixwaze.

LI EWROPAYÊ REWŞ ÇAWA YE?
Zagona TFF'ê dabêje li bin logoyê diruşma kompanî heye yan na. Tenê dibêje, "dijî rêgezan". Di zagona TFF'ê de ev ne sûc e. Li Ewropayê jî. Me li ser rewşa tîmên Ewropayê lêkolîn kir. Hin mînak bi vî rengî ne:
- Yek ji tîmên mezin a Ewropayê Arsenal e ku tîmek îngilîz e. Arsenal li ser formaya xwe reklama reyên hewayî ya Emiratesê dike û di binî de jî diruşma Emiratesê ya wekî "Fly Better" heye. Rojek ceza li Arsenalê nehatiye birîn. Heman reklam li ser formaya Real Madridê jî heye.
- Li Spanyayê Atletico Madridê ji kompaniya Azerbaycanê reklam girtibû, û di binê nivîsê de diruşma wan "Lang of fire" hebû.
 

**

Nûçeya Eleqedar:

- Amedsporê kurdî xist nav lîsteya TFF'ê jî

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 13 10 2026

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

news
  • 13 10 2026

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

news
  • 10 10 2026

Gençlerbirligi - Amedspor: Maç xilas 2-2

news
  • 09 10 2026

Dora 3'yan, pişke hat kişandin: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn

news
  • 08 10 2026

Kahtaspor têk çû

news
  • 07 10 2026

Bedlîsê nîv duzîne gol avêtin Silifkeyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ceza li pankarta dijî monarşî birîn

ad

Di Festîvala Mîstîk de girî bi kemanê xistin

ad

Dîkan penîr xwar, bi jehrî ketin!

ad

Ocalan: Zêdetir xwedî li Rojava derên

ad

Hatip Dicle: Divê wekî gel em parastina xwe pêk bînin

ad

3 mîlyar û nîv mirov bi 8 kesan nakin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname