NECÎBE QEREDAXÎ
Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û heyetek pê re ji bo 4 rojan çû başûrê Kurdistanê û rêzek hevdîtin bi partiyên di nava hikumetê û parlemana felckirî re pêkanîn. Bi tenê tiştek di vê hevdîtinê de diyar e, “Demîrtaş ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî çûye, ji bo wê jî projeyeke çareseriyê pêşkeşî wan kiriye”. Heta niha jî ne aliyekî li ser projeyê daxuyanî daye û ne jî Demîrtaş tu agahî bi çapemeniyê re parve kirine û tiştên hene giştî ne. Lê ev serdan bû sedema nîqaşên cur bi cur, hem nihêrînên rexneyî û hem jî yên xweşbînî. Aliyekî din nihêrîneke ku agahiyan wisa empozeyî civakê dike ku Demîrtaş ji bo çareseriya pirsgirêka Bakûr û Rojava navbeynkariya PDK û Barzanî dixwaze. Medyaya ku bi hatinên petrol û qût û zadê xelkê hatiye damezirandin herî zêde xwest vê serdanê manîpule bike û ji bo berjwendiyên teng bi kar bîne. Ev di serî de bê berpirsyariya li hemberî rewşa Kurdistanê bi giştî nîşan dide.
Divê di serî de were zanîn ku ev zêdetirî 20 salan e ku alozî û parçebûna siyaseta kurdistanî û demokratîknebûna sîstemê li başûrê Kurdistanê valayetiyeke mezin ji bo Tirkiye û Îranê vekiriye ku hespê xwe siyasî, serbazî, aborî û kulturî bibezînin. Siyaseta van welatan li ser Başûr bi qasî encama zihniyeta dagirkeran û heta zêdetir jî berhema zihniyet û paradîgmaya partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ye.
Timî tê gotin, rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî ne wekî berê ye, hem derfetên dîrokî û hem jî talûkeyên mezin hene. Li rojavayê Kurdistanê şoreş û avabûneke nû li holê ye. Li bakurê Kurdistanê gel, gerîla, hêzên parastin û tevgera azadiya Kurdistanê bi giştî li hemberî hovîtiya dewletê li ber xwe didin. Rojhilat di nava liv û tevgereke hêminane û watedar de ye li hemberî siyaseta dewletê, û di qonaxa rêxistinbûnê de ye. DAIŞ a ku talûkeya berbiçav û demî bû, bi saya serê berxwedana Rojava û gelê kurd, tesîr û îmaja wê jî ser ber jêr diçe. Herkes qala qonaxa piştî DAIŞ'ê dike, bi taybetî bi amadekariya rizgarkirina Mûsil û Reqayê re, lê pêvajoya siyasî li başûrê Kurdistanê bi vê parçebûnê hem di warê siyasî û hem jî neteweyî de zirareke mezin daye hemû beşên Kurdistanê, ji ber ku herî zêde dewleta Tirk vê krîzê û aloziya Başûr bi kar tîne, ji bo wê jî ne tesaduf e ku herî zêde AKP û medyayên girêdayî wê li başûrê Kurdistanê ji vê serdana Demîrtaş ne rehet in. Em ji bîr nekin ku Tirkiye dixwaze aktoreke sereke be di meseleya Mûsilê de û vî karî jî bi rêya PDK'ê dike, ev ji bo mala kurdan di siyasetê de ne tenê kemasiyeke mezin e, lê belê derbeke dîrokî ye ku wê li hemû beşên Kurdistanê bandorê li kurdan bike. Armanca sereke ya hewildanên Tirkiyeyê hem li hemberî Rojava li Cerablûs û Babê û hem jî li pêvajoya rizgarkirina Mûsilê de ew e ku derba kujer li tevgera Azadiya Gelî Kurd bide.
Di hevdîtina dawî ya Îmraliyê de ku Serok Ocalan bi birayê xwe re Mehmet Ocalan re pêk anî, sê xalên girîng danîn pêşiya gelê kurd û hêzên siyasî; "yekem: agirbest yekalî nabe; duyemîn: me pêvajo têk nebir; sêyemîn û ya dawî jî: projeya me heye, eger dewlet amade be di 6 mehan de em dikarin vê pirsigirêkê çareser bikin". Ev peyama birêz Ocalan berprisyareke dîrokî û cidî û dubare da pêşiya hêzên siyasî di serî de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê û her wiha li beşên din yên Kurdistanê bi taybetî li Başûr. Yên bi elîfbaya siyasetê bizanin, wê haydar bin ku Demrîtaş dema projeya çareseriya pirsgirêkan datîne pêşiya başûrê Kudistanê, ne tenê ji Başûr lê ji her demê zêdetir armanc Kurdistan hemû ye. Eger PDK bixwaze vê pêvajoyê rast fêm bike, dibe ku serdana Demîrtaş rê li ber pêvajoyeke nû veke, lê eger bi dehola medyaya petrolê binihêrin, ji bo komikek mirovên sermayedar û li ser navê çîroka pûç a dewletdariyê hemû Kurdistanê û kurdan timî wê bikin qûrban. Mirov bi qasî xweşbînî, divê talûkeyên mezin di bin vê zihniyetê de jî bibîne, ji ber ku li hemberî daxwaziyên gel, ji bo mafê xwe û daketina wan a kolanan, gefa parçekirina başûrê Kurdistanê wekî du rêveberî, ne gefeke ji rêzê ye. Demîrtaş dema dibêje, "Serxwebûn bê demokrasî nabe" balê dikşîne ser rêgeza herî girîng a serxwebûnê ku tenê statuya dewletdarî nîn e lê serxwebûn di siyaset û biryardayînê de ye, ev jî di rewşa niha ya PDK'ê ya bi AKP'ê re rewşa herî bi tehlûke ye ji bo Kurdistanê hemûyî; û ji vê rewşa kambaxtir helwesta "ne şîş bişewite ne kebab" ya partiyên din ên başûrê Kurdistanê heye. Bi komxebata şêwra neteweyî ya KNK'ê li Kerkûkê li ser rewşa siyasî û aloziyên Başûr, çi qasî nîqaşên kûr û cewherî hatibin kirin jî siyaseta Başûr ji demokratîkbûnê gelekî dûr e û ne demokratîkbûyîna Başûr zirarê kiriye li tevahiya beşên Kurdistanê. Ev rastiyeke jar e, lê rastiyek e ku divê were zanîn, ya ku were çareserkirin ev e; ez nizanim, lê ez bawer dikim tişta Demirtaş jî armanc kiriye heman tişt e, lewma gotiye, "Serxwebûn bê demokrasî nabe”.
necibeqeredaxi@gmail.com
27.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka