Diyarname
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratik a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ligel Cîgerê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Tom Malinowskî hevdîtineke pêk anî. Malinowski di warê mafên mirovan û demokrasiyê de peywirdar e û roja 6'ê mehê ligel Sînema Mihemed hevdîtin pêk anî.
Molinowski di twittera xwe de wêneyê hevdîtinê weşand û pêre jî gotina "Herêma kurd ku piştgirî dide mafên civakî û siyasî ya jinan dê bibe xwediyê pêşerojeke ronî."


