Diyarname
Gelek kes ji bo alîkariya Ozgun Gundemê di rojnameyê de rojek karê Gerînendeyê Weşanê yê Nobedar kiribû. Niha dozgerî ji wan gazî 9 kesan kir ku herin îfadeyê bidin. Di nav van de rojnamegerên wekî nivîskarê T24 Hasan Cemal, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Çilem Kuçukeleş, edîtora ETHA'Yê Derya Okatan, Gerînendeyê Weşanê yê malpera haberdar.com a ku hat girtin Said Sefaoglu, Tuurul Eryilmaz, Dicle Anter, Hasan Huseyin Tahmaz, Murat Uyurkulak ûe Nadire Mater.
Dozger xwest di nav 15 rojan de werin îfadeyê bidin. Dozger bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" dixwaze li Dadgeha 8'emîn Cezaya Sulhê ya Stenbolê îfadeyê wan bigire.