Heyeta ji Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, ji fermandarên YPJ’ê Şaha Abdulah û Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê KNK’ê Yilmaz Orkan, li Afrîka Başûr hevdîtinan dike.
Heyetê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve Nomaîndiya Mfeketo, Wezîrê Hawirdorê û Berprisyarê Têkiliyên Derve yê ANC’ê Edna Molewa, Şêwirmendê Sereke yê Serokdewlet û Wezîr Ebrahim Ebrahim, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve û Xebatê ya ANC’ê ya Parlamenta Afrîka Başûr re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de, ji bo naskirina statuya Rojava û avakirina Sûriyeya demokratîk daxwaza alîkariya navneteweyî hat kirin.
Heyetê her wiha bi endam û alîkarên dadgeha destûra bingehîn û dadgeha bilind re jî hevdîntin kir.
Daxwaza azadiya Ocalan
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û Fermandara YPJ’ê beşdarî civîna Hiqûqnasên Demokratîk ên Afrîka Başûr (NADEL) bûn. Di civînê de parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandel dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa jî amade bû û qala tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. Moosa xwest, Ocalan azad bibe. Fermandara YPJ’ê jî qala têkoşîna jinê kir û beşdar vexwend Rojava.
Muslim jî da xuyakirin, ku ew ji bo afirandina civakeke pirrengî û demokratîk li Rojava têdikoşin.
Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd jî qala têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê kir.
Her wiha heyeta HDP'ê jî dê biçûya Afrîkaya Başûr lê ji ber komkujiya li Entabê çûyîna xwe bi paş ve xist û piştî çend rojan çû. Heyeta di bin serokatiya Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş de nila li Afrîkaya Başûr e.