Diyarname
Berendamên mebûsiyê yên Yeşil Sol Partî (Partiya Kesk a Çep) li gelek navçe û bajaran xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Yek ji van xebatan jî îro li Erxeniya Amedê bû. Li Erxeniya Amedê bi beşdariya berendamên Yeşil Sol Parti Ceylan Akça, Adalet Kaya, Sevilay Çelenk, Mehmet Emin Aktar û Cengiz Çandar buroya hilbijartinê hat vekirin.
Xala herî balkêş a îro ew bû ku berendam Cengiz Çandar bi kurdî axivî.
Çandar piştî silavlêkirina gel got, "Em li vir, niha îro Tayip Erdogan li bajarê Amedê ye. Ji Erxenî em dibêjin here Erdogan, here Erdogan oxir be. Rejima ceberut a Erdogan oxir be."
Ji bo yên nas nakin: Cengiz Çandar rojnameger û nivîskarekî tirk e, di sala 1948'an de li Enqereyê hatiye dinê. Di vê hilbijartinê de HDP'ê pêşniyara mebûsî jêre bir û wî jî qebûl kir. Niha li ser navê Yeşil Sol Partî ji Amedê berendam e.


