EFRÎNÊ
Rêveberiya Firnan li Kantona Efrînê bi alîkariya komîteyên têkildar, piştî xebata sê rojan, yek ji xetên çêkirina nan ku xirab bûbû, çêkirin.
Ji sê xetên çêkirna nan li firna Zera ya bajarê Efrînê xetek xirab bûbû. Rêveberiya Firnan li kantona Efrînê bi alîkariyan komîteyên têkildar dest bi xebatên çêkirina xeta xirabûyî kirin. Piştî xebatên sê rojan xeta sêyemîn hate çêkirin û dest bi çêkirina nan kir.
Firna Zera ya bajarê Efrînê firna sereke ye li herêmê. Firne rojane 27 hezar kîsikên nan çêdikê, ji wan 19 hezar li navenda kantonê û 8 hezar jî li navçeyan têne belav kirin.
Rêveberiya Firnan her wiha pirsgirêka kenalîzasyona firnê jî çareser kirin.