Mêrdîn
Li Nisêbîna Mêrdînê ji 14'ê adara 2016'an ve "qedexeya derketina derve" hebû, îro li 10 taxan qedexe hat rakirin.
Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyeke diyar kir ku li taxên wekî Yenî Tûran, Yeşîl Kent, Mor Yakûp, 8 Mart, Gîrnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyubî, Çatalozu, Îpekyolu û Barişê bi dawî bûye û pêre jî diyar kir ku heta 30 roja li van taxan di navbera saetên 21.00 û 05.00'an de bi awayekî qismî qedexe dê bidome.
Li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê yên ku herî zêde êrîşên dewletê lê hebûn hê qedexe didome.
Bi rakirina qedexeyê re nisêbiniyan berê xwe dan navçeyê. Li cihê ketina navçeyê polîsan erebe dan sekinandin û yek bi yek li nasnameya mirovan nêrî, dûre destûra ketina navçeyê da.
(Ev foto demek berê li Nisêbînê hatibû kişandin û weşandin)


