Diyarname
Body of Lies, Ekspresa Sîbîryayê, Outlander, Sicak û Sonbahar fîlmên vê hefteyê ne. Pêşniyaza me ev e:
"Sonbahar" û "Ekspresa Sîbîryayê" di rêza yekemîn de ne ji bo temaşekirinê, dûre "Sicak" tê û yên din hûn bi dilê xwe ne.
Sonbahar - Payîz (2008)
Derhêner: Ozcan Alper
Lîstikvan: Onur Saylak, Megi Aboulzade, Serkan Keskin
Yusuf piştî deh salên di girtîgehê de ji ber nexweşiyeke giran ji girtîgehê tê berdan û ew vedigere gundê xwe. Ew ji doza rêxistineke çepgir ketiye girtîgehê, kesek şoreşger e, lê li gundê rastî tenêtiya xwe tê.
Li gund jiyana Yusuf û hevalê wî yê zarokatiyê Mikhail li ser diyalogên wan ên berê ye, diyalog û hêviyên ku nehatine jiyîn.
Yusuf ji ber ku bi salan di girtîgehê de maye bi tenê ye, dixwaze bi tenê bimîne, nikare têkiliyê bi mirovan re saz bike. Rojekê keçika gurcî Elka ku li meyxaneyekê de dixebite derdikeve pêşberî wî.
Bi dîmen, lîstikvan û mijara xwe ve em "Sonbahar" dikirin fîlmê hefteyî û ji bo lê temaşekirinê em pêşniyaz dikin.
***
Sibirya Ekspresi - Eksprêsa Sîbîryayê - Transsiberian (2008)
Derhêner: Brad Anderson
Lîstikvan: Woody Harrelson, Emily Mortimer, Kate Mara, Eduardo Noriega, Ben Kingsley
Cure: Dram
Di fîlm de bûyer li dora jin û mêrek ên bi navê Roy û Jessie derbas dibe. Ew jir û mêrê hev ji Çînê ber bi Moskovayê ve di ekspresê de rêwîtî dikin. Roj û Jessie li têrê rastî Carlosê spanyolî û hezkiriya wî Abbie ku matruşka çêdikin û difroşin tên. Ew pêşî ji bo aciziya xwe ji ser xwe bavêjin gaveke baş e ji bo wan. Lê ev rêwîtî û ew kes ne kesên ji rêzê ne; Li têrê derew, îşkence, tilyakfiroşî û kuştin dikevin dû hev.
Derhêner Brad Anderson piştî fîlmê "Makinist" ev fîlm pêşkêş kir û promiyera fîlm di rêbendana 2008'an de li Festîvala Sundance li dar ket. Fîlmê ku îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de jî hat nîşandayîn hêjayî temaşekirinê ye.
***
Sicak - Germ (2008)
Derhêner: Abdullah Oğuz
Lîstikvan: Cem Ozer, Ebru Akel, Hazim Kormukçu, Gurgen Oz, Asli Zen
Cure: Dram
Yusuf di fîrmayeke ku ji keştiyên noqavbûnê amûran derdixe û difroşe de dixebite.
Jina wî Meryem mamoste ye û bi heml e. Ew û jina xwe dema derdikevin kar nizanin dê kabûseke derkeve pêşberî wan.
Di heman saetê de Adem dîn bûye ji ber ku jina wî bi kesek din re reviya ye. Di vî halî de Adem li dostê xwe Niko digere.
Roj tarî dibe, ezman parçe dibe û kesên qedera wan yek e nêzî hev dibin.
***
Yalanlar Ustune - Li ser derewan -Body of Lies (2008)
Derhêner: Riddley Scott
Lîstikvan: Leonardo DiCaprio, Russell Crowe, Mark Strong, Carice van Houten
Cure: Aksiyon - Macera - Dram
David Ignatius piştî ku 10 salan ji bo Wall Street Journal xebitî û nûçeyên CIA û yên li Rojhilata Navîn şopand derbasî rojnameya Washington Post bû, li wê derê edîtorî û qunciknivîskarî kir. Ignatius di vê demê de romaneke bi navê "Li ser derewan" nivîsî û ev fîlm jî ji wê romanê hatiye girtin.
Roger Ferris di îstîxbarata DYA'yê de di peywirên bitalûke de ye û mirovekî girîng e. Ew di operasyonên bi talûke de dixebite, vê carê nefesa wî aîdê ajansê Ed Hoffman ê CIA'yê ye ku ew li aliyê din ê xeta telefonê ye. Hoffman bi agahiyên xwe yên li Banliyoyekê di kompîtureke xwe ya ser lingan de ketiye rêxistineke terorê.
***
Outlander (2008)
Derhêner: Howard McCain
Lîstikvan: James Caviezel, Sophia Myles, Jack Houston, Ron Perlman
Cure: Aksiyon / Macera
Di dema ku hikumdarî di destê Vikingan de ye keştiya şer li qeraxê Îskandînavan diqelibe. Şervan Kainan dibîne ku ne ew tenê ye yê ku ji keştiyê rizgar bûye.


