Fehîm IŞIK
Berî ku em qala civîna Rihayê bikin, divê em bizanibin li beriya vê civînê çi çêbibû.
Bêriya vê civînê li Dîlokê civîn hebûn. Li Dîlokê çend hêzên leşkerî yên nêzî Îtîlafa Dijberiya Şoreşgerên Neteweyî ya Sûriyeyê civiyan. Van hêzên leşkerî piranî xwe bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê didin nasîn. Navê hêzên ku beşdarî civînan bûne bi temamî ne eşkere ne lê armanca wan eşkere ye. Dixwazin ew hêzên dijberî Sûriyeyê ne bighîhin hev û hêzeke girseyî ku ew ê girêdayî Îtîlafa Dijberiya Şoreşgerên Neteweyî ya Sûriyeyê be, damezrînin.
Berî vê civînê Serokê Îtîlafa Dijberiya Şoreşgerên Neteweyî ya Sûriyeyê Enes Ebdî çûbû başûrê Kurdistanê. Ebdî, di vê gera xwe ya başûrê Kurdistanê de bi Mesûd Barzanî re jî rûdine. Ji wî daxwaza pêşmergeyên Rojava dike. Dixwaze ev hêz beşdarî Artêşa Azad a Sûriyeyê bibe. Li gorî agahiyên ku hatine destxistin, ev daxwaz hê jî nehatiye qebûlkirin. Hêzên rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî operasyonên qedera Cerablûs û Ezazê ew ê çi bi me bide nîşandan em nizanin lê dibe ku ev daxwaza Enes Ebdî neyê qebûlkirin.
Rast e, daxwaza Enes Ebdî her wiha daxwaza Tirkiyeyê ye. Pêywendiyên stratejîk a PDK û Tirkiyeyê, rê nade ku PDK daxwaza Tirkiyeyê red bike. Lê divê em ji bîr nekin, di nabenê de Amerîka heye. Amerîka, Tirkiyeyê bi temamî ji çav dernexistibe jî naxwaze destê Tirkiyeyê xurt bibe.
Em werin ser civîna Rihayê
Li Rihayê “Platforma Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê” civiya. Yên pêşkeşiya vê civînê kirine, Ebdulezîz Temo ye. Ji xeynî wî hin kesayetiyên serbixwe û hin partî û kesayetiyên di nav ENKS’ê de jî beşdarî civînê bûne. Ebdulezîz Temo di vê civînê de bi devê Tirkiyeyê axiviye û PYD’ê wekî rêxistinekî terorîst nîşan daye. Wisa axivî ye ku tu dibê qey li rojavayê Kurdistanê PYD biqede ew ê her tişt çareser bibe. Li gorî wî, li Kurdistanê neyarê herî mezin PYD û PKK ne. Ew axaftinên ku bi devê Ebdulezîz Temo hatine gotin ku di rojnameyên nêzî Qesrê de jî derketin, tu dibê Erdogan bi xwe nivîsandiye.
Piştî civînê, ENKS beşdarbûna xwe ya fermî ya ji bo vê civînê red kir. Serokê ENKS’ê Îbrahîm Biro dibêje; “Em li bajarê Rihayê beşdarî cîvineke der barê rojavayê Kurdistanê de nebûne.” Lê Temo jî dibêje: “Nûnerê me yê siyasî ENKS ye.”
Diyar e, Ebdulezîz Temo û beşdarên civînê yên din derewan dikin. Ger derew nebana, ev civîna navborî ne li Rihayê, li Hewlêr an jî li Dihokê biciviya. Lê Tirkiye, wan ên ku ew ê bi rêya Tirkiyeyê daxilî rojavayê Kurdistanê bibin li bin bandora xwe civand û bi vî rengî peyama xwe jî da ku kurdên Rojavayê ya ligel wan tevdigerin jî hene û ew ê bikaribîn zora wan bibin.
Qet şik nîn e. Civîna li Rihayê pêkhatiye, karekî xirab e û Tirkiye dixwaze bi rêya vana destkeftiyên rojavayê Kurdistanê têk bibe. Biragewreyê wan civînan jî Tirkiye ye. Vê gavê PDK û ENKS di nav wan de tune ne. “Platforma Kurdên Serbixwe yên Sûriyeyê” dixwaze ENKS jî bidest bixe. Pesna Ebdulezîz a ji bo ENKS’ê hizmetî vê pêvajoyê dike. Kurdên me yên din ji ber ku Amerîka biryara xwe ya dawî nedaye, bi tedbîr tevdigerin. Ango naxwazin şaşiyek bikin û ji çav bikevin.
Em ê pêvajoyê bi hev re bişopînin; lê divê em ji niha ve bizanibin, “Beza pisîkê heta ber kadînê ye.”
14.06.2016, Azadiya Welat