Diyarname
Ji bo Sînemaya Beyogluyê neyê girtin kampanyaya berhevkirina îmzeyan hate destpêkirin. Ger hûn dixwazin ev sînema neyê girtin hûn jî îmzeyeke biavêjin.
Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara sînemayên il AVM'yan zêde dibe û hejmara sînemayên dîrokî kêm dibe. Sînemayên li AVM'yan jî ji fîlmên serbixwe wêdetir, cih didin fîlmên ku di vîzyonê de zêde eleqe dibînin. Pêre jî para eleqeya li hemberî sînemayên dîrokî û fîlmên hunerî kêm dibe. Li Stenbolê heta niha Emek, Alkazar jî di nav de gelek sînemayên dîrokî hatin girtin. Herî dawî jî meha borî Sînepop hat girtin. Niha ev talûke ji bo Sînemaya Beyogluyê li holê ye. Sînemaya Beyogluyê ku hem sînemayeke dîrokî ye, hem jî mezin e li ber talûkeya girtinê ye. Niha ji bo ev sînema neyê girtin kampanyaya îmzeyan hate dest pê kirin.
Yên bixwazin piştgirî bidin kampanyayê dikarin ji ser vê lînka jêr re îmzeyê biavêjin bin metnê:


