BATMAN
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê vê sibê qeyûm tayînî Şardarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Amedê Farqîn, Licê, Erxenî û Gêlê kirin. Ji hevşaredaran hin hatin binçavkirin. Piştî nîvro dest danîn ser 3 şaredariyên din jî.
Piştî biryara wezaretê vê serê sibê Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredarê Gêlê Mustafa Akkûl û Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya hatin binçavkirin.
Piştî agahiyên serê sibê ku bi kayûman dest danîn ser şaredariyan, piştî nîvro bi kayûman dest danîn ser şaredariyên din ên HDP'ê jî. Ji van dest danîn ser van şaredariyan jî: Li Bedlîsê, Şaredariya Norşînê Li Sêrtê Şaredariya Bajaroka Civanika Li Îdirê Şaredariya navendê ya Halfelî. Bû 40 şaredarî têne desteserkirin Li gor rewşa dawî heta niha 3 bajarên mezin (Amed, Wan, mêrdîn), 2 bajar (Batman, Culemêrg), 32 navçe û 4 bajarok bi giştî 41 şaredariyên HDP'ê bi kayûman hatin desteserkirin.
Şaredariyên nû yên hatin desteserkirin
Ji MA'yê hatiye girtin