Polîsan piştî ku duh şevê bi ser avahiya Kongreya Jinên Azad (KJA) de girtin û kamerayên li avahiyê hatin desteserkirin serê sibehê jî bi ser gelek navnîşanan de girtin. Polîsan bi ser Buroya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê de jî girtin. Hate gotin ku der barê gelek kesan de biryara binçavkirinê heye.
Hin navên kesên ku hatine binçavkirin ev in:
Çîmen Işik: Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk
Turan Genç: Endamê MP a DB'ê
Pero Dundar: Endama PM a DBP'ê
Olcay Kanlibaş: Endama MP a DBP'ê
Seher Tumer: Xesatkara GABB'ê
Yusuf Koyuncu: Endamê MP a DBP'ê
Orhan Karaca
Serdar Tosun: Rêveberê DBP'ê yê Yenîşehîrê
Ercan Burakmak
Firat Alokmen: Endamê MP a DB'ê
Zozan Toprak: Endama KJA'yê
Fevzî Akdemîr: xebatkarê DBP'ê
Mehmet Çınar
Abdullah Cîn: Endamê Meclîsa Partiyê (MP) a DBP'ê (Li Dîlokê hate binçavkirin)
Kesên ku hatin binçavkirin piraniya wan di 2009'an de operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatibûn girtibûn.


