Diyarname
Li nav kurdan salên 90'î salên serhildanê, salên dilgeşî, di heman demê de salên xemgîniyê ne. Di van salan de kurd hay ji nasnameya xwe bûn, lê di heman salan de kurd bi erebeyên markeya Reno-Torosê hatin binçavkirin; hatin revandin û kuştin. Niha ew erebeyên Torosê bûn mijara kurtefîlmekî. Derhênerê kurd ê ciwan Firat Yavuz ku di bin banê Kolektîfa Mezepotamya Sînemayê de kar û barê sînemayê dike, bi navê "Toros Canavari" (Torosa Cinawir) li ser bûyerên revandina kurdan a bi wan torosan kurtefîlmekî kişand.
Toros derket pêş
Ji bo du kurtefîlman li Muzeya Pereyayê ya li Beyogluya Stenbolê galayeke hate li dar xistin. Ji van yek bi navê "Dema Tûyan" bû ku derhêneriya wî Firat Yavuz û Seren Gel kiribû; kurtefîlmê din jî bi navê "Toros Canavari" bû kuderhêneriya wî Firat Yavuz kiribû. Piştî nîşandayîna kurtefîlman, bi beşdariya her du derhêneran gotûbêjek li dar ket.
"Dema Tûyan" li ser xeta derhênerê îranî Abbas Kiarostamî hatiye kişandin û jiyana hundirîn, bi gotineke din li ser derûniya kurdek hatiye kişandin. Yê din jî li ser Torosên ku bûbûn kabûsên kurdan. Lê di nav her du kurtefîlman de bi teknîk û mijara xwe herî zêde "Toros Canavari" derket pêş.
Salên 90'î û Toros
Kurdên bakur ku bi salên 90'î re ketin nav têkoşîna nasnameyê zêde hay ji vê erebeya Torosê hene. Hema bibêje her kurdek xwedî çîrokek ku girêdayî van Torosan e. Hin jê kurên wan, hin jê bir û xwişk, hin jê mêr û bavên wan bi van erebeyan hatin revandin û careke kesekî tu agahî ji wan negirt. Heta salên 2000'î jî tirsan van torosan li bakur serdest bû û li gor agahiyan nêzî 20 hezar kuştinên kiryar nediyar çêbûn, ku ji vê reqemê gelek jê jî bi van torosan hatin revandin. Û niha li ser van revandinên bi van torosan bû mijara kurtefîlmekî. Derhêneriya kurtefîlmê 9 deqîqeyî Firat Yavuz kiriye. Li ser vê derhêner Yavuz wisa dibêje: "Min ev fîlm diyarî kesên ku di salên 90'î de jiyana xwe ji dest dane kiriye. Digel van, min diyarî bavê xwe kiriye ku wî jî gelek tişt jiya."
"Toros Canavari" nîşan dide ku bi van erebeyên torosan çawa hatine li deriyên mirovan dane, ew birine, îşkence li wan kirine, paşê jî kuştine. Lê di fîlm de teknîkek bê însan hatiye bikar anîn. Erebe tê, kes jê peya dibin, diçin li deriyan didin, mirovan digirin bin çavan lê temaşevan kesî nabîne; bi hatina erebeyê, bi deng û efektan temaşevan vê yekê hîs dikin. Ji aliyê teknîkî ve "Toros Canavari" kurtefîlmekî serketî ye, lê di gotûbêjan de hin aliyên wî hatin rexnekirin jî. Di dawiyê de temaşevanan sipasiya derhênerin kirin ku ev mijar girtine dest û di heman demê de qala çîrokên xwe jî kirin.
Çîrokên temaşevanan bi Torosan re
Yek ji temaşevanan got; "Şevekê hatin, ez jî birim, 14 rojan ez mam", yekî din got ku ew endamekî malbatên winda ye û qala çîroka xwe kir; yekê got 'Ez wan salan ew qas ditirsiyam ku min digot ez neynikan bi ser milên xwe ve kim, ka ji aliyê paş ve erebe tê yan na. Û bi zor ez ji Amedê ji destê wan reviyam, hatim." Û yek ji temaşevanan jî wisa qala çîroka bi Torosan ve eleqedar kir: "Ji taxa me ji xwe re erebeyeke Torosê kiribû. Ji wê derê derbas dibû, gazî min kir, min got erebeya polîsan e, ez tirsiyam, ez neçûm siwar nebûm."
Kurdan di van salên têkoşînê de gelek tişt dan ber çavan xwe û gelek serboriyên wan çêbûn, gelek çîrok derketin holê, niha bi vê "Toros Canavari" çîrokek din jî bû fîlm.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


