Diyarname
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gaveke nû hat avêtin ku ev di dîroka tibê de gava yekem e û belkî gelek tiştên nû bi xwe re bîne: Dilê berazekî neqlî însanekî kirin û ew însan rabû ser xwe.
Li DYA'yê doktoran wekî çareya dawî dilê berazekî ku bi hucreyên wî hatibû lîstin neqlî mirovekî kirin. Li gor nûçeya AP'yê kesê bi navê David Bennett ê 57 salî piştî 3 rojên emeliyetê rabû ser xwe.
Doktorên Tibê yên Zanîngeha Mrylandê ev emeliyet çêkirin. Niha hê nayê zanîn ev organ tam dê kar bike yan na, jêre dem lazim e lê bi ser ketin çêbibe dê serdemeke nû dest pê bike. Ev bi dehan salan in doktor li ser organên heywanan ji bo mirovan dixebitin û ev gav jî yek ji wan gavan e.
Nexweşê bi navê David Bennette berî emeliyetê bi rojek gotibû, "Min yan divê mirin yan jî emeliyet hilbijata, min ev tercih kir. Ez dixwazim bijîm. Ez dizanim ev gav wekî mirov gule bera tarîtiyê bide ye lê ev ji bo min terciha dawî bû."
Piştî emeliyetê cîhan ji zilam kirin û niha ew bi serê xwe dikare nefesê bigire û bide. Lê di bin çavdêriya doktoran de ye. Dil dê tam bixebite yan na di rojên pêş de dê diyar bibe.
Dîrektorê lêkolînên zanistî yê Zanîngeha Marylandê Mihammed Mohiuddin wisa gotiye, "Ger ev yek bi kêr bê ji bo nexweşên li benda dil in dê derfeteke berfireh çêbibe."
Par doktoran genetîkê gurçikek beraz guherandibû û ew neqlê mirovekî kiribû, gurçik kar kiribû.