Diyarname
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku ev demek e Xweseriya Cewerî girtiye rojeva xwe niha dê li gelek bajarên kurdan vê meseleyê ligel kesên xwedî gotin bide nîqaşkirin.
DBP'ê daxuyand ku dê ligel saziyên sivîl, rêveberên herêmî, meclisên gel xweseriya cewherî û xweseriya demokratîk bide nîqaşkirin. Ji bo vê yekê civîn dane sazkirin û di van civînana de dê rojên pêş rolek çawa hilgirin, çi bikin nîqaş bikin û bigihîjin encamek.
Ji bo vê yekê di navbera 1-10'ê meha kewçêrê wê li van bajaran civîn li dar bikevin: Sêrt (6-7), Batman (1-2), Mêrdîn (8-9), Amed (10-11), Riha (5-6), Dêrsim (7-8), Şirnex (10-11), Culemêrg (7-8), Wan (5-6), Bedlîs (3-4), Agirî (9-10), Îdir (7-8), Qers (5-6), Mûş (9-10), Erzerom (3-3). Li her bajarî civîn dê du rojan bidome.
Li ser navê DBP'ê di civînan de wê ji KCD û KJA'yê nûner amade bin.


