Diyarname
Pirtûka xwediyê xelata wêjeyê ya Nobelê Orhan Pamuk a bi navê "Kafamda Bir Tuhaflik" ji bo Xelata Man Booker wekî berendam hat nîşandayîn. Pirtûk di sala 2014'an de hatibû weşandin, ji aliyê Ekin Oklap ve ji bo îngilîzî hatibû wergerandin. Wergera pirtûk bi navê "A Strangeness in My Mind" ji bo xelatên wekî berendam hat nîşandayîn. Di lîsteya berendaman de ji Brezîlya pirtûka Raduan Nassar, ji Îtalya ya Elena Ferrante, ji Fransa ya Maylis de Kerangal bi giştî bi ser 10'î de berendam hene.
Xelata Man Booker berê tenê didina pirtûkên ku li Îngilistanê hatine nivîsîn û weşandin lê par ev xelat û Xelata Pirtûkên Biyanî ya rojnameya Independent kirin yek û êdî xelatê didin pirtûkên wergerê jî.
Pirtûka ku bi ser bikeve dê 50 hezar sterlîn pere wekî xelat bigire û ev pere di navbera nivîskar û werger de wekhev tê parvekirin.
REKLAM
- Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'