Ji Kurt Tarîhî 'Kurd û Kurdistan'
Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" ku du mehan careke derdikeve di vê hejmara xwe de dosyaya xwe li ser "Di Þerê Cîhanê yê 1'emîn de Kurd û Kurdistan" amade kiriye.
Kovara ku bi tirkî weþanê dike bi hejmara xwe ya adar-avrêl, hejmara 23'yan derket pêþberî xwendevanên xwe.
Kovar bi gelek nivîsên balkêþ careke din derket û hat belavkirin. Kovara ku her hejmarê dosyayek amade dike û her carê kesek edîtoriya dosyayê dike di vê dosayê editor Vecdi Demîr e. Ji nivîsên dosyayê Robert Olson ji serhildanên kurdan SerhildanaÞêx Seîd, ya Agirî, Dêrsim û êrîþên Hêzên Hewayî yên Tirk sekiniye û ji ser vê re li meseleya pêþketina neteweperestina tirk-kurdan nêriye. Firat Aydinkaya bi sernavê 'Kêmîna tirkan, di nav kurdan de koka tirsa Ermenistanê' û berê xwe daye polîtîkaya Ebdulhemîd a di vî warî de. Wisa dibêje Aydinkaya: "Ebdulhemîd tirsa ermenan bi awayekî hostatî bikar aniye û kurd bi xwe ve girê dane. Dûre Îttîhatparêzan jî heman polîtîka domandiye" û diyar dike ku bi vê jî kurd ji fikra cudaxwazî dur girtine.
Nivîskar Sinan hakan jî ji Osmanî heta avakirina Komarê têkoþîna hebûna kurdan û Kurdistanê girtiye dest. Di vê nivîsê de xalên serdemên anîne ziman. Sedat Ulugana jî meseleya "Di Þerê Cîhanê yê 1'emîn de Alayên Eþîrên Kurdan" girtiye dest. Vecdi Demir jî li ser meseleya "Îngilîz û Þêx Mehmûd Berzencî" sekiniye.
Hakan Ozoglu jî Di dema Þerê Cîhanê û piþtî wê meseleya nîqaþa serxwebûn/xweserî ya li nav elîtên kurd girtiye dest.
Nivîsa dawî jî ji aliyê Evrîm Karakaþ ve bi sernavê "Di Þerê Cîhanê yê 1'emîn de Dêrsim" hatiye nivîsîn.
Ji bo têkilî û xwestinê:
http://www.kurttarihidergisi.org/
kurttarihi@yahoo.com
0532 173 25 09