Amed
Şaredarê Misircê Necat Yilmaz ji ber ku di axaftineke xwe de peyva "Kurdistan" bikar anîbû doz lê hatibû vekirin. Doz betal bû.
Di xebatên ji bo hilbijartina 29'ê adarê de Yilmaz di axaftineke xwe de peyva Kurdistan bikar anî bû û li ser vê yekê der barê wî de bi "îdîaya propagandaya rêxstinê" kiriye doz lê hatibû vekin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li dar ket. Necat Yilmaz û parezerê wî Şakir Demir di danişînê de amade bûn. Yilmaz got ku dema mirov li herêmê hejmara zêde ya gelê kurd dide ber çavan peyva Kurdistanê bi awayekî giştî tê bikaranîn u ev yek lê zêde kir: "Ev gotin ji aliyê Serokomar Abdullah Gul ve jî hatiye bikaranîn. Armanca min ne propganda ye."
Dadgehê di dawiyê de biryar da ku sûceke di vir de derneketiye holê û doza Yilmaz betal kir, biryara beraetê da.