Diyarname
Serokê Alperen Ocaklari ya Stenbolê Mustafa Kayatuzu li nivîskarê rojnameya Tarafê R. Ozan Kutahyali da.
Li gor nûçeya di Tarafê de piştî bernameya Kanal 7 a ku li ser "Serokê BBP'ê Muhsin Yazicioglu bi sûîkastekê re rû bi rû ma yan na" Serokê Alperen Ocaklarî ya Stenbolê Mustafa Kayatuzu çûye Kanal 7'ê û li wê derê li kulman li nivîskar Rasim Ozan Kutahyali daye. Li ser vê Kutahyali rakirin nexweşxaneyê û Kayatuzu jî reviya. Polîs li Kayatuzu digere.
Di bernameya "Îskele Sancak" ku ji aliyê Erhan Çelik ve dihat bi rê ve birin mêvan dozgerê berê Gultekin Avci, televîzyonkar Mehmet Ali Onel, rêveberê BBP'ê Kemal Yavuz û R. Ozan Kutahyali bûn.
Alperen Ocaklari li Tirkiyeyê wekê hêzeke nijadperest bi rêxistin e û bi fikir û hewla xwe nêzî BBP'ê ye.