AMED - DÎHA
Li Amedê polîsan êrîşê meşa ku ji bo şermezarkirina qatlîama li Cizîrê hate lidarxistin kir û zarokê 16 salî yê bi navê Mahmut Bulak qetil kir.
Li Amedê ji serê sibê de ji bo şermezarkirina komkujiya li Cizîrê dikan girtibûn. Li dor nîvro jî gel meşiya. Polîsan êrîşî meşê kirin. Piştî êrîşa polîsan gel parastina cewherî pêk anî Û pevçûn qewimî. Li gelek deverên bajar bûyer qewimîn. Li cadeya Sentoyê polîsan nêzî Geterler Petrolê zarokê bi navê Mahmut Bulat (16) qetil kir. Hat gotin ku gule li serê Bulat dane û ew li cihê bûyerê miriye.