Diyarname
Dema dayik li cihek pêsirên xwe derdixin û şîr didin zarokên xwe ev yek wekî tiştek şermê tê dîtin. Belçîkayê ji bo ji holê rakirina vê nêrînê û ji bo nîşan bide ku şîndayîna zarokan tiştek normal û ji rêzê ye kursî/bank li kolanan danîn. Li herêma Flamana Rojava ya Belçîkayê li bajarê Kortîjkê kursiyeke taybet saz kirin û li meydanên danîn.
Li ser "Hemû zarok dikarin werin vir" nivîsandin. Dîzayna projeyê ji aliyê Leda Devoldere ve hatiye kirin û jinên bixwazin zarokên xwe li kolanê bimêtinîn, yan jî binê wan paqij bikin dikarin van kursiyan bikaranîn.
Li Belçîkayê dayik li ku derê bixwazin bi zagonî dikarin li wê derê pêsirên xwe derxin û şîr bidin zarokên xwe. Ev yek bi zagonê hatiye parastin. Kesek wan aciz bike hebe, ew jin dikarin dozê vekin û bi ser bikevin.