Diyarname
Kovara LEWerger ku li ser wergera helbestên û tiştên aîdê helbestê weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 5'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovara LEWerger her çar mehan carek derdikeve. Kovarê niha hejmara xwe ya 5'an a mehên rêbendan-reşemî-adar-avrêla 2024'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
Edîtoriya kovarê wisa gotiye ji bo xwendevanên xwe, "LEWerger ji bo te û kesên nola te bi xwe derdikeve. Her rûpeleke wê ji welatekî din, zimanekî din ê vê dinyaya bêserûber helbestan dike milkê zimanê te da ku hestên te, bîr û boçûnên te bi rengekî hê kurdewartir di ruh û xeyala te de deng vedin. Hemû kedkarên LEWê bi eşq û daxwaza pêşketin û rewantirbûna kurdî, bi saetan, bi rojan kedeke nedîtî didin bêyî ku ji zehmetiyan gazincan bikin, çav pahn bikin an jî xwe ji ber vî barî bidin alî. Xwendevana/ê hêja, bes daxwazeke me ji te heye ku tu li vî zimanî, li vê kovarê, li vê kedê bêtir xwedî derkevî, vê kovarê bixwînî û bidî xwendin, bi her xwendinê re tu bêtir pê dilxweş bibî ku wa ye ji dinyayê berev kurdî ve penecereyek li te vebûye û tu wiha bêtir tevkariya me bikî."
LEWerger ku di bin rêberiya Berfîn Huseynî, Yeqîn h. û Miradê Miradan de derdikeve di vê hejmarê de jî ji gelek zimaman werger pêşkêş kirine.
Ji zimanên wekî almanî, îngilîzî, spanyolî, fransizî, rusî, erebî, norwecî, swêdî, galisyanî, farisî, ermenî bi dehan berhem hatine wergerandin û hatine weşandin.
Ji bilî helbestan bi navê "Serpêhatiya Helbestkarekî" nivîseke Haşim Şefîq ji bo kurdî hatiye wergerandin û weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Instagram: @lewerger_
Twitter: @lewerger_
Facebook: lew werger
Mail: lewwerger@gmail.com
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


