Diyarname
Roja 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Dinyayê ye. Li dinyayê ev roj tê pîrozkirin lê şanogerên kurd li ser axa xwe bi zordarî û zehmetiyan re rû bi rû ne. Ligel her tiştî jî ber xwe didin. Mebûsê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç bi pêşniyarnameyeke bal kişand ser vê yekê.
Mebûsê HDP'ê yê yê Wanê Murat Sarisaç roja 27'ê adarê Roja Şanoyê ya Dinyayê de li ser şanoya kurdî û pirsgirêkên wan bang li Serokê Meclisa Tirkiyeyê kir ku lêkolîn bo kirin.
Sarisaç pêşniyarnameyeke lêkolînê da Serokê Meclisa Tirkiyeyê. Mebûsê HDP'ê di pêşniyarnameyê de diyar kir ku kurd ji serê sedsala 20'an û vir de berhemên şanoyê diafirînin, wan kiriye ku li her bajarê jiyana civakî û çandî geş bibe. Sarisaç diyar kir ku kayûmên dest danîne ser şaredariyan şanogeh girtine, şanoger ji kar qewirandine û wisa got: "Ligel van yekan hin şanoyên kurdî bi biryara kêfê ya rêveberên herêmî lîstina wan hatiye qedexikirin.Ji ber vê yekê, û ji ber mexdûriyeta serdema Covid-19 ku kedkarên şanoyê rû bi rû ne li gor Xala 98'an a Zagona Bingehîn û li gor xalên 104 û 105'an ên rêziknameya hundirîn ez bi hurmet rica dikim ku li ser vê Meclis Lêkolînek bide dest pê kirin."
Mebûsê HDP'ê Sarisaç di pêşniyarnameya da meclisê de qala ji kar derxistina 31 şanogerên ku kayûmê Şaredariya Amedê ji kar derxistine, dîsa kayûmên ku li Batman û Culemêrgê ew ji kar derxistine û pêşî li xebatên wan girtine jî kiriye.