Berlin
Navedana Lêkolînê ya Kurd (NAVEND) diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ‘Bila Almanya nasnameya kurd nas bike’ ya ku hefteya bê dê bikeve bê rojeva Meclisa Federal a Almanyayê. NAVEND’ê ji YEK-KOM’ê re ku pêşengiyê ji kampanyayê re dike, nameyek şand û daxwazên serkeftinê kir.
NAVEND’ê di nameyê de wisa got:
“Em wekî wekî Navedan Lêkolînê ya Kurd ev demeke dirêj e ji bo ku nasnameya kurdan li Almanyayê bê nasandin dixebitin. Di vê mijarê de em piştgiriyê didin kampanyaya we û vê xebata we ya ku ketiya rojeva siyasiyan silav dikin. Ev hêvî dikin ku dê guherîneke siyasî pêk bê û ji we re serkeftinê dixwazin.”
Piştî bi sedan lijne, rewşenbîr û hunermendan, Hevserokên BDP’ê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî name şandibû ji Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclisa Federal re. Hevserokên BDP’ê bal kişandibûn ser kampanyaya YEK-KOM’ê û diyar kiribûn ku divê daxwazên kurdan bên qebûlkirin.
***
Nûçeyê eleqedar:


