XELÎL DALKILIÇ
Eger mirov li bûyerên li seranserê Kurdistanê pêk tên, êrîşên dewleta Tirk û yên DAÎŞ’ê mêzeke; wê bikeve diltengiyê û bifikire ku Kurd dîsa wekî her caran, bi xwîn, jan û mirinê saleke nû pêşwazî dikin.
Lê dîmenên heyî dilê mirov biêşîne jî, dema rewş, tabloyê herêmê, helwestên hêzên serdest û li hemberî wan helwesta Kurdan bi giştî were dîtin, ji hêla Kurdan ve nîşaneyên rojên nû jî wê werin dîtin...
Di sala 2015’an de rewşeke nû derket holê û li herêmê niha bi siyasî û civakî rewşeke nû li dar e. Rejîmên herêmî yên bi zilm û zordariyê mafên Kurdan binpê dikin û statûyekî siyasî ji Kurdan re rewa nabînin, ji her demê lewaztirin.
Li gel vê yekê; êdî ne tenê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye, herwiha dewletên serdest ên cîhanî, yên wek Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê jî di polîtîkayên xwe yên li herêmê de, Kurdan û têkoşîna wan dixin nava hesêb.
Sala çûyî têkoşîna Kurdan bandor li pêşketinên sereke yên li Tirkiyê, Iraq û Sûriyê kir û mohra xwe li ahengê siyasî yê li Rojhilata Navîn da...
Li Rojava û Başûr serkeftina li dijî DAÎŞ’ê, li Rojava û Şengalê avakirina rêveberiyên xweser û herwiha li Bakur berxwedana rêveberiyên cewherî ji bo Kurdan û xelkên herêmê pêşketinên dîrokî bûn. Pirsgirêka Kurdî ya bi çar parçe, di sala çûyî de bû Kurdistanî û bû mijareke sereke ya dîplomasiya navneteweyî.
Bi bandora van pêşketinan di hêla dîplomasiyê de jî derî ji Kurdan re vebû.
Di nava hengameya li Rojhilata Navîn de aşkere bû ku ji bo siberojê tekane hêza xwedî perspektîfeke çareseriya pirsgirêkên civakî, Tevgera Azadiyê ya Kurdî ye û îsal ewê hê zêdetir bandorê li ser siyaseta herêmê bike.
Dîmena heyî nîşan dide, ku di sala 2016’an de, bi dîplomasiyê derbarê Sûriyê ve girêdayî, li Rojava her sê kanton wê bigihînin hev, rêveberiya xweser wê hê saxlemtir û mayînde bibe û di psîkolojî û pratîkê de wê bibe rengê jiyana civakî.
Li Başûr, li Şengalê jiyana xweser wê hê berfirehtir bê rêxistinîkirin, navçeyên Kurdan ên di bin kontrola DAÎŞ’ê wê bên rizgarkirin, li ser demokratîkkirina rejîma Başûr û yekîtiya netewî niqaş wê hê zêdetir bêne kirin. Niqaş û rexneyên tûj li hev bikin jî, rêxistinên Kurdan wê danûstandinên navxweyî hê zedetir bikin.
Niqaşên li ser kongre û arteşa neteweyî wê derkevin pêş.
Li Bakur, xweserî û rêveberiyên cewherî êdî mijara sereke ya Kurdan e û têkîliyê Kurdan û dewleta Tirk wê bikeve merheleyeke nû. Dewleta Tirk wê mecbûr bimîne ku biryara xwe aşkere bike; gelo siberojeke bi Kurdan, an bêyî Kurdan dixwaze? Eger dewleta Tirk di siyaseta înkar û tunekirinê de israr bike, wê çaxê; ji xwe Kurd rêya xwe dimeşin û wer xuya ye ku peyva ‘Kurdistan’ wê hê zêde di lûgata Kurdan de bê bikaranîn û mîna ku tevahiya cîhanê pê hesiya; dewleta Tirk jî wê rastiya Kurdan bibîne.
Pêşketinên li her sê parçeyan wê bandorê li pêşketinên li Rojhilatê jî bikin. Kurdên Rojhilat wê bi daxwazên xwe, ji sala çûyî zêdetir dengê xwe bilind bikin û bibin rojev. Li Îranê mafên Kurdan wê hê zêdetir bên niqaşkirin.
Îsal (2016) sedemîn sala peymana Sykes-Picot e jî. Ahenga bi wê peymanê hatiye diyar kirin, sed sal şûnde hildiweşe. Ji nava kavilê ahenga Sykes-Picotê, Kurd wek xelkekî bi îrade, hêz û rêxistin mohra xwe li tevahiya pêşketinên li herêmê dikin; bi bîrdoz û pratîka xwe, rêya çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn nîşan didin.
Qêrîna Kurdan a ji kûrahiya dîrokê tê bihîstin…
2016 di serî de ji bo xelkê me yê biêş, bo tevahiya mirovahiyê aramî û azadiyê bi xwe re bîne…
x.dalkilic@gmail.com
02.01.2016, Yeni Ozgur Polîtîka