ÇAGDAŞ KAPLAN
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Belgeya 'Veşarî' ya Wezareta Karê Hundirîn a ku ji bo şerê li Kurdistanê çapemeniya tirk wekî amûra şer dîzayn dike, derket holê. Li gorî belgeyê erka bingehên ji AA'yê re tê dayîn û ji bo çapemeniya navneteweyî û tora medyaya civakî jî tedbîrên taybet têne girtin.
Di çarçoveya konsepta şerê tunekirinê ya li Kurdistanê, hikumeta AKP'ê ji bo çapemeniya tirk jî şerê psîkolojîk bimeşîne, beriya ku rewşa awarte li bajarên Kurdistanê bixe meriyetê belgeyek taybet amade kir. Belgeya ku bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir ê Demê Selamî Altinok bi nîşeya "Veşarî" ji waliyên 81 bajaran, Miduriyeta Giştî ya Emniyetê û Fermandariya Giştî ya Cenderme re hatiye şandin, derket holê. Di belgeya ku ji 10 xalan pêk tê de, dê çawa terora dewletê ya li bajarên Kurdistanê were veşartin yek bi yek hatiye nivîsîn.
Peywir dane TRT û AA'yê
Ji bo sazî û dezgehên çapemeniyê li gorî şerê taybet weşanê bikin, rola arastekirinê jî ji TRT û Ajansa Anadoluyê (AA) re tê dayîn. Di belgeyê de tê diyar kirin ku dê hemû agahî bi reya TRT û AA'yê belav bibe. Ev xal, di belgeyê de wisa hatiye nivîsîn:
"Xala 2.- Ji bo saziyên çapameniyê zû agahî wergirin, dê di navbera AA, walitî û hêzên dewletê de koordînasyon were avakirin.
Xala 4. - Ji bo hemû çalakiyên rêxistina terorê ji aliyê raya giştî ve were zaîn dê tora belavkirina agahiyan were avakirin. Dê piştevaniya tevlîbûna nûçegîhanên AA'yê were kirin."
Çapemeniya navneteweyi û medyaya civakî
Di nav belgeyê de, ji bo manîpulasyona çapemeniya navneteweyî jî xalên taybet cih girtiye. Di belgeyê de tê daxwazkirin ku, çapemeniya navneteweyî tenê ji AA'yê nûçeyan bigire. Di belgeyê de her wiha hatiye destnîşankirin ku, divê "tora belavkirina agahiyan" ya ku were avakirin divê li ser medyaya civakî jî bi bandor be.
Wekî ku her der hatiye qedexe kirin nîşan nedin!
Di belgeyê de li ser "herêmên taybet ên ewlehiyê" jî daxwazên taybet têne kirin. Tê gotin ku divê li bajarên Kurdistanê herêmên ku têne qedexekirin "bi sînor" werin nîşandan.
Hem avahiyan xirab bikin hem jî buhayên wan belav bikin
Yek ji xalên balkêş ên belgeyê mijara aboriyê ye. Di demên dawî de bi sedan kargeh û cihên dîrokî di êrîşên hêzên dewletê de hatin xirabkirin. Di belgeyê de ji bo bertekên esnafan ber bi tevgera azadiyê ve were arastekirin ev xal hatiye nivîsîn: "Nirxên aborî yên avahiyên di encama bûyerên terorê de hatine xirabkirin, dê bi saziyên çapemeniyê re were parvekirin."
Bi vê belgeyê re baştir tê famkirin ku, çawa hemû çapemeniya şer bi yekdengî li hemberî berxwedana cewherî ya li Kurdistanê, şerê psîkolojîk dimeşîne.
SIBE: Fermanên belgeyê çawa dikeve meriyetê?


